Bi tankan operasyonên qirkirina siyasî

Li Colemêrg û Stenbolê hêzên dewleta Tirk avêtin ser malan.

Operasyonên qirkirina siyasî yên bi fermana AKP/Qesrê tên meşandin, li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê dewam dikin. Di operasyonên li Colemêrg û Stenbolê de 7 kesên din hatin binçavkirin. Balkêş bû di operasyona li Colemêrgê de hêzên dewleta Tirk bi tankan ketin hundirê taxê.

COLEMÊRG

Li navçeya Colemêrg Geverê, serdegirtinên li taxa Yenî dewam dikin. Hêzên dewleta Tirk gelek tank li derdora taxê bi cih kirin û tevî wesayîtên zirxî û tankan ketin nava taxê û avêtin ser malan. Di dema serdegirtinê de deriyên xaniyan hatin şikandin û yek jê dikandarê taxê 2 kes hatin binçavkirin. Her du kes li wesayîtên zirxî siwar kirin û birin Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê.

STENBOL

Li navçeyên Arnavûtkoy, Gazîosmanpaşa, Umraniye û Sûltanbelî yên Stenbolê, polîsên ser bi Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê avêtin ser malan. Di serdegirtinan de 5 kes hatin binçavkirin û ewbirin Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê.