BI DÎMEN

Li gelek bajaran kongreyên NCDK hatin lidarxistin

Li gelek bajarên Ewropayê, kongreyên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) hatin lidarxistin.

Li gelek bajarên Ewropayê, kongreyên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) hatin lidarxistin.

DARMSTADT

3. kongreya NCDK a li bajarê Elmanya Darmstadtê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê û qurbaniyên Qirkirina Ermeniyan destpê kir û rewşa dawî ya siyasî hat nirxandin. Li dû xwendina rapora li ser karê salekê, endamên nû yên meclîsê hatin hilbijartin. Kûdret Kiliç û Merdan Kaçmaz jî bûn hevserokên meclîsê.

LOHNE

Di 3. kongreya NCDK a li bajarê Elmanya Lohneyê de, rêveberê NAV-DEM'ê Abdulah Efe rewşa dawî ya siyasî nirxand û bal kişand ser girîngiya rêxistinbûyîna li Ewropayê. Di kongreyê de Emîne Aç û Omer Akan ji bo hevserokatiyê hatin hilbijartin.

DRESDEN

Li bajarê Elmanya Dresdenê 1. Kongreya Asayî ya NCDK'ê hat lidarxistin. Li ser navê NAV-DEM'ê Aysel Avesta Aydin peyivî. Piştî xwendina rapora li ser karê salekê, endamên komîsyonên têkiliyên derve, têkiliyên gel, ciwan, PYD, maliye û jinê hatin hilbijartin. Fatma Karahan û Kerem Gok bûn hevserokên meclîsê.

ERFÛRT

3. Kongreya meclîsa Gel a li bajarê Elmanya Erfûrtê li salona civînê ya partiya Dîe Lînke bi beşdariya 100 delegeyan hat lidarxistin. Meclîsa ji 35 kesan hat hilbijartin û Mûcîze Kuçuk û Welat Azadî bûn hevserokên meclîsê.

WÛPPERTAL

Kongreya 3. a NCDK a bajarê Elmanya Wûppertalê bi beşdariyeke girseyî pêk hat. Siyasetmedarê Kurd Îsmet Kem li vir peyivî û rewşa dawî ya siyasî nirxand. Di encama hilbijartinê de 51 endamên meclîsê hatin hilbijartin, 10 komîsyonên cuda hatin destnîşankirin û Sevgî Bozkûrt û Savci Azay bûn hevserokên meclîsê.

FREÎBÛRG

Li bajarê Elmanya Freîbûrgê jî 3. kongreya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd hat lidarxistin. Di kongreyê de raporên li ser dema bihurî hatin xwendin, nirxandin û dûre hilbijartin hat kirin. Hatîce Orûk û Îsmet Çeken ji bo hevserokatiyê hatin hilbijartin. Rêveberiya ji 45 kesan a meclîsê jî hat hilbijartin.

MONCHENGLADBACH

NCDK a li bajarê Elmanya Monchengladbachê, bi beşdariya 150 delegeyan kongreya xwe ya 3. lidar xist. Di kongreya ku qurbaniyên Qirkirina Ermeniyan jî hat bîranîn de meclîsa ji 44 kesan hat hilbijartin. Songul Şahîn û Saît Gokdûman jî bûn hevserokên meclîsê.

HAMBÛRG

Li bajarê Elmanya Hambûrgê, meclîsa gel a li herêmên Harbûrg, Wîlhelmsbûrg, Lunebûrg, Stade û Bergedorf kar dike, hat lidarxistin. Di nîqaşên li vê derê de li ser rê û rêbazên karê meclîsê yên ji bo bersivdayîna li pêdiviyên gel, hatin nirxandin. Hevseroka KCD-E Dilşa Osman jî li kongreyê axivî û got, "Bêguman berdêla her tiştî heye. Berdêla azadiyê jî ewçend hêsan nîne. Yên li ber xwe didin, dîrokê dinivîsînin. Dîrok bêguman wê ji aliyê gelê me ve bi tîpên zêrîn bê nivîsandin." Piştî nîqaşan hilbjiartin hat kirin û Turkan Gumuş û Abûzer Bîlenler bûn hevserok.

BERLÎN

Li bajarê Elmanya Berlînê 2. kongreya asayî ya NCDK'ê hat lidarxistin. Di hilbijartina li kongreyê de Pervîn Kaplan û Alî Beyaz ji bo hevserokatiyê hatin hilbijartin. Her wiha ji bo 10 komîyonan jî 120 kes hatin destnîşankirin.

STRASBOÛRG

NCDK a li bajarê Fransa Strasboûrgê 4. kongreya xwe ya sayî lidar xist. Li dû nirxandina rewşa dawî ya pêvajoya siyasî, banga xwedîderketina li berxwedana li KUrdistanê hat kirin. Di dengdana li kongreyê de Gulay Ogûz û Mehmet Ulugedîk hatin hilbijartin.

PARÎS

Li paytexta Fransa Parîsê Navenda Çanda Cegerxwîn kongreya xwe ya 3. lidar xist. Di kongreyê de raporên xebatê û maliyeyê hatin xwendin û erêkirin. Piştre meclîsa ji 41 kesan hat hilbijartin. Şengul Karaca û Tûran Urper bûn hevserok.

MARSÎLYA

Li bajarê Fransa Marsîlyayê 3. kongreya asayî ya NCDK'ê hat lidarxistin. Ji bo hevserokatiya NCDK a Marsîlyayê jî Jale Yûrtsever û Yilmaz Açikyuz hatin hilbijartin. Di kongreyê de 81 kes ji bo komîsyonan hatin hilbijartin. Kongre bi qîrîna dirûşma "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.

...