Serokê DYA Barack Obama di ziyareta xwe ya roja duyemîn a li bajarê Nannovera Elmanyayê de axivî û diyar kir ku welatên Ewropa di aliyê mudaxeleya DAIŞ’ê û qirîzên herêmên din de divê “Hê zêdetir li peywira xwe rabe.” Obama, da xuyakirin ku ji bo têkoşîna li dijî DAIŞ’ê plan dikin ku nêzî 250 leşkerên Amerîkî bişînin Sûriyeyê.
Obama, duh li Hannoverê di pêvajoya mûzakereyan Peymana Hevkariyên Hilberîn û Bazirganiyê ya Transatlantîkê /TTIP) de rêzehevdîtin pêk anî, îro piranî dem da mijarên ewlekariyê.
Obama bi wesîleya Fûara Hannoverê axivî û destnişan kir ku divê welatên Ewropa û NATO ji bo herêmên qirîzê hê zêdetir xwedî berpirsiyarî bin. Obama daxwaz kir ku ji bo perwerdehî û xebatên perwerdekirinê yên li Sûriye û Iraqê, pêwîst e welatên Ewropa hê zêdetir piştgiriyê bikin, bi taybet ji bo Iraqê di warê aborî de alîkarî bêne kirin. Obama da xuyakirin ku tenê bi vî awayî dikarin pêşiya ‘Birçîtiyê’ bigirin.
Barack Obama wiha axivî: “Divê Ewropa bi me re beşeke vî barî rake.”
Obama, da xuyakirin ku ji bo têkoşîna li dijî DAIŞ’ê plan dikin ku nêzî 250 leşkerên Amerîkî bişînin Sûriyeyê. Obama got ev leşker wê bi “Hêzên herêmî” re alîkar bin.
Serokê DYA diyar kir ku welatên Ewropa ji bo koçberan divê hê zêdetir polîtîkayên “Bi berpirsyartî” bişopînin, “ne tenê di demên hêsan de, di demên zehmet de jî divê em nirxên xwe temsîl bikin.”