Ersoy hat pêşwazîkirin: Akademî bîat nake

Ji bo akademîsyen Ersoy ê hat berdan, xwendekar û hempîşeyên wî çalakiyeke pêşwazîkirinê lidar xistin.

Hîndekarê Beşa Matematîkê ya Zanîngeha Mîmar Sînan Doç. Dr. Kivanç Ersoy, ku ji ber mora xwe danî binê danezana aştiyê ya bi serenavê "em ê hebin hevparê vî sûcî" hat girtin û çend roj berê hat berdan, ji aliyê xwendekar û hempîşeyên xwe ve hat pêşwazîkirin.

Di dema pêşwazîkirinê de li kampusa Bomontî pankartên bi nivîsa "Tu bi xêr hatiye Kivanç, aştî wê bi ser keve", "Berdan têrê nake, beraat divê", "Akademî bîat nake" û "Em vê çayê ji bo xatirê mamoste Kivanç çêdikin" hat daliqandin.

Doç. Dr. Ersoy da xuyakirin, ku ew poşman nîne, vê dema kurt a li girtîgehê hat ragirtin weke berdêlekê nabîne, ew vê demê li ser navê demokrasiyê weke xelatekê dibîne.