‘Em tûrîzma Tirkiyeyê boykot bikin’
Gelek saziyên Kurdistan û Tirkiyeyî yên li Ewropayê, banga boykotkirina tûrîzma Tirkiyeyê kirin.
Gelek saziyên Kurdistan û Tirkiyeyî yên li Ewropayê, banga boykotkirina tûrîzma Tirkiyeyê kirin.
Gelek sazî û dezgehên ku Kurd û Tirkiyeyiyan li Ewropa bi rêxistin kirine, daxuyaniyek nivîskî weşand, banga boykotkirina Tirkiyeyê kirin.
Di daxuyaniya hevpar de li ser êrîşên qirkirinê yên AKP/Qesrê yên li ser gelê Kurd û beşên demokratîk hate rawestandin, hate diyarkirin ku “dewleta Tirk li hember gelê Kurd şerekî topyekun dimeşîne” û hate destnîşankirin ku ji ber êrîşên qirker ên li Kurdistanê bi sed hezaran kes neçarî koçkirinê bûne. Di daxuyaniyê de ev bang hate kirin:
‘JIYANA TI KESÎ NE DI EWLEHIYÊ DE YE!’
“Di serî de Kurdistanê, jiyana ti kesên ku li Tirkiyeyê muxalîf in ne di ewlehiyê de ye. Gelên li Tirkiye û Kurdistanê di bin zilma desthilatiya faşîst a Erdogan/AKP’ê de ne.
Ewlehiya canê ti kesî li Tirkiyeyê nîne. Hûn sûcên dewletê bibînin, bibîhîzin, bînin ziman wê karibe bibe sedema binçavkirina we, girtin, êşkence dîtin û dersînorkirina we. DAIŞ a ku dewlet diparêze û piştgirî didê, wek çawa li Pirsûs, Enqere, Stenbol, Parîs û Brukselê, bi bombeyên xwe yên zindî ve dibe we jî hedef bigire.
Ji bo em ji tevahî polîtîka û pêkanînên dîktatortiya faşîst a AKP/Erdogan re bibêjin ‘raweste’, ji bo piştgiriya têkoşîna demokrasî, aştî û azadiyê, em tûrîzma Tirkiyeyê boykot bikin. Piştgiriya aborî ya bi betlaneya li Tirkiyeyê, dibe gule, bombe û girtîgeh û li gelên me vedigere. Em nebin hevparên sûcên faşîzmê. Em Tûrîzma Tirkiyeyê boykot bikin!
‘EM TEVLÎ BOYKOTÊ BIBIN’
Di welatekî ku bi faşîzmê tê birêvebirin û her roj mafên mirovan tê binpêkirin de çûyina betlanê, tê wateya pişgirîdayînê. Em wek saziyên koçberan ên li Ewropa bang li civaka Ewropa dikin, pewîst e karker û kedkarên li Ewropayê ji bo betlanê neçin Tirkiyeyê û tûrîzmê boykot bikin.”
VEXWÎNÊR
Saziyê ku banga boykotê dikin ev in:
AvEG- Federasyona Koçberên Bindest ên Ewrupa
SKB- Yekîtiya Jinên Sosyalîst
NAV-DEM – Navenda Civaka Demokratîk a Kurdên Elmanyayê
TJKE - Tevgara Jinen Kurd Ewropa
FKÊ - Federasyona Komeleyên Ezidiyan
FEDA – Federasyona Elewiyên Demokratîk
FCIK - Federayona Civaka Îslamiya Kurdistan
YXK - Yekitiya Xwendevanên Kurdistan
KCD-E - Kongreya Civaka Demokratik a Ewropa
Cîwanên Azad
Komew- Komeleya Malbatên Hindawî û Mexdûr
ADHK- Konfederasyona Demokratîk a Gelan a Ewropa
Nor Zartonk
SYKP ( Partiya Ji Nû Ve Avakirinê ya Sosyalîst) a Ewropayê
Partiya Azadî a Mezopotamyayê