Li Frankfurtê panela “ Çima HDK Ewropa?”

Li Frankfurtê panela “ Çima HDK Ewropa” hat li darxistin. Di panelê de bi taybet li ser mîsyona muxalefeta demokratîk hate rawestandin.

Li bajarê Frankfurt ê Elmanyayê , ji aliye  Kongreya Civaka Demokratîk(HDK) ve panela “Çima HDK Ewropa” hate lidarxistin.

Di panel a ku bi pêşentiya ABDEM û Yekîtiya Hêzen Demokratîk ve  li DHB Hausê hate lidarxistin de, Hevberdevka HDK’ê  Gulîstan Kiliç Koçyîgît û Nûnerê HDK’ê Hesenê Murat Çakir jî cih girtin.

 ‘EM HDK’Ê LI EWROPAYÊ BI REXISTIN BIKIN’

Çakir ê di panelê de axivî diyar kir ku ji bo li hev komkirina kesên çepgir û demokrat ên li Ewropayê dijîn, pewîstî bi HDK’ê heye.

Kiliç Koçyîgît jî bal kişand li ser êrîşên qirkirinê yên li Bakurê Kurdistanê û got ku ji bo Ewropa li hember van êrîşan bêdeng nemîne ,pewîst e HDK rola xwe  bilîzê. Kiliç Koçyîgît anî ziman ku girîngiya civaka Ewropa li Kobanê û Şengalê derket holê û bang li her kesî kir ku li tevlî xebatên HDK Ewropayê bibin.