ROJANE
Hemû Nûçe
-
Ji DAIŞ'ê re xizmeta 'fîrarê'
Hat hînbûn, endamên DAIŞ'ê yên li Kocaeliyê girtî bûn, fîrar kirine. -
Sariyildiz: Konsepta şîdetê ya Erdogan hat hilweşandin
Sariyildiz: Weke tevgera siyasî me rûyê qetlîamker ê desthilatdariyê teşhîr kirin. Ji ber vê yekê êrîşî me dikin. -
Hunermendên Elman Erdogan protesto kirin
Li paytext Berlînê komek ji hunermendan, wêneyê Serokkomarê Tirk Erdogan ê bi nîşana leşkerî ya sor-spî û bi simbêle Hîtler, bi rêya projektorê li dîwarê Sefaretxaneya Bilind a Tirk xist û bi vî rengî Erdogan protesto kir. -
Hevsengiyên 'xerakirinê' yên şer - Nûrheq Erdal
Heleb ku veguheriye dilê siyaseta Rojhilata Navîn, bûye qadeke ku her şêwe lîstikên kirêt lê tên lîstin. -
NAV-DEM: Em bi xurtî tevlî rûniştina 12'ê Gulanê ya Çelîk bibin
NAV-DEM'ê, ji bo rûniştina 12'ê Gulanê ya darizandina serokê berê yê YEK-KOM'ê Çelîk, banga tevlîbûnê li hemû demokrat û parêzvanên mafên mirovan kir. -
HDK Ewropa: Di 16'ê Gulanê de em dakevin qadan
HDK Ewropayê, ji bo çalakiyên 16'ê Gulanê yên bi dirûşma "Dest nede vînag el û dest nede dengê min ê li Meclîsê" werin lidarxistin, banga tevlîbûnê kir. -
Li Creîlê aktivîteya bîranînê: Kurd çokan naşkîne!
Kurdistaniyan, di aktivîteya li Creîlê de kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anîn. -
Rapora HRW: Leşkerên Tirk tevî qêrînên zarok û jinan jî gule li koçberan reşandin
Rêxistina Çavdêriya Mafê Mirovan (HRW), diyar kir ku dewlet Tirk bi mehan e êrîşî koçberên ku dixwazin sînorê Rojava derbas bikin dikin û di 2 mehên herî dawî de 1 jê zarok 5 koçber qetil kirine. -
Kampanya piştgiriyê ya bi alîkariya Demîrtaş û Ozen dewam dike
Kampanya piştgiriyê ya ji bo malbatên bûn mexdûrê terora dewleta Tirk a li Bakurê Kurdistanê, dewam dike. -
NY: Li Cizîrê mirov bi zindî hatin şewitandin!
Neteweyên Yekbûyî (NY) da xuyakirin, ku li gorî agahiyên gihaştine ber destê wan, li Cizîrê çeteyên AKP/Qesrê mirov bi awayekî zindî şewitandine û qetil kirine. NY xwest li cihê bûyerê lêkolînan bike. -
Zêdeyî 30 kes hatin binçavkirin, 2 kes hatin girtin
Di operasyonên qirkirina siyasî de zêdeyî 30 kes hatin binçavkirin, 2 kes jî hatin girtin. -
Li Kirşehîrê li dijî xwendakarên Kurd êrîşa nîjadperestî
Li Kirşehîrê, komeke nîjadperest bi kêran êrîşî 4 xwendekarên Kurd kir. -
Hewldana HDK Ewropa li Brukselê li hev civiya
Hewldana HDK Ewropa, civîna xwe ya duyemîn li paytext Brukselê pêk anî. Di civînê de biryara meşandina kampanyayan hat wergirtin. -
Qirkirina Dersîmê li Toronto hat şermezarkirin
Kurdên li Toronto dijîn, Qirkirina Dersîmê şermezar kirin û mirovên di vê qirkirinê de jiyana xwe ji dest dan bibîr anîn. -
Li Gemlîkê bîranîna qurbaniyên Komkujiya Dersîmê û şehîdên meha Gulanê
Komeleya Dersîmiyên li Gemlîkê, li ser Komkujiya Dersîmê û Şehîdên meha Gulanê panelek lidar xist. Di panelê de şehîdên Komkujiya Dersîmê û meha Gulanê hatin bîranîn. -
Cangoriyên têkoşîna azadiyê li Lorîentê hatin bîranîn
Li bajarê Fransa Lorîentê, şehîdên meha Gulanê hatin bîranîn. Di şexsê Ateş (Seyît Agir) ê di 11'ê Îlona 2013'an de jiyana xwe ji dest da 16 şervanên YPG/YPJ'ê hatin bîranîn. -
Li welatê baskê çalakiyên Hefteya Kurd
Li bajarê Gernîka-Lûma yê welatê Baskê, ku bajarê birayê Kobanê ye, di çarçoveya Hefteya Kurd de çalakî tên lidarxistin. -
Li Wûppetalê civîna gel a ji bo kampanya malbata bira
Li bajarê Elmanya Wûppertalê, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) bi beşdariya Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz civîneke gel lidar xist. -
Li Montrealê meşa ‘Ji Qirkirinan Re Na’
Li Montrealê ji aliyê gelên cuda ve meşa “Ji Qirkirinan Re Na” hate lidarxistin. -
Elmanyayê xelat da Akademîsyenên Ji Bo Aştiyê
Akademîsyenên Ji Bo Aştiyê ji aliyê AKP/Qesrê ve li Tirkiyeyê hedef hate nîşandan, li Elmanyayê jî xelat standin. -
‘Oxir be hevalê Îsmaîl’
Welatparêzê Kurd Îsmaîl Goksûngûr piştî ji ber pençeşêrê 6’ê Gulanê jiyana xwe ji dest da, bi merasîmeke li Parîsê ve ji bo definkirinê ber bi warê wî hate şandin. -
Li Edene û Bedlîsê 2 girtin, 16 kes jî hatin binçavkirin
Li Edene û Bedlîsê 16 kes hatin binçavkirin, bav û kur hatin girtin. -
Hozan Mizgîn li Kolnê hat bîranîn
Kurdistaniyên li Kolnê dijîn, ji bo Hozan Mizgîn çalakiyeke bîranînê lidar xistin. -
Ciwan xwe ji bo festîvala li Dortmûndê amade dikin
Li Dortmûndê wê bi dirûşma "Ruhê ciwantiyê ruhê xweseriyê ye, ruhê xweseriyê jî azadiya Rêber Apo ye" festîval tê lidarxistin. -
Erdogan li New Yorkê hat protestokirin
Hewldana tasfiyekirina HDP'ê û Erdogan li New Yorkê hatin şermezarkirin.