Hevsengiyên 'xerakirinê' yên şer - Nûrheq Erdal
Heleb ku veguheriye dilê siyaseta Rojhilata Navîn, bûye qadeke ku her şêwe lîstikên kirêt lê tên lîstin.
Heleb ku veguheriye dilê siyaseta Rojhilata Navîn, bûye qadeke ku her şêwe lîstikên kirêt lê tên lîstin.
Heleb ku veguheriye dilê siyaseta Rojhilata Navîn, bûye qadeke ku her şêwe lîstikên kirêt lê tên lîstin. Bi taybetî hemû hêzên dixwazin li Sûriyeyê xwedî mafê gotinê bin û hêzên hewl didin li gelemperiya Rojhilata Navîn bibin xwedî mafê gotinê, li vê der çi ji wan tê dikin.
Di navbera Amerîka û Rûsyayê de lihevkirinek dixuye, lê li aliyê din ev her du alî hewl didin hêzên bi wan re tevdigerin xurt bikin û bi vê yekê ve siyasetê bimeşînin. Tirkiye, Qatar û Erebîstana Siûdî ku weke hêzên tevlîheviyê rola wan zelal bûye, heta ji wan tên hewl didin pêşî li hemû çareseriyan bigirin.
Li aliyê din, hevsengiyên heyî yek bi yek xera dibin. Komên çete yên taşeron ên mîna El Nûsra, Ehrar Şam, Sûltan Mûrad, ji bo hêzên gengaz ên çareseriyê beralî bikin, bi hemû hêza xwe bi rola hiweşandinê radibin.
Êrîşa dawî ya li hemberî Şêx Meqsûd jî di vê çarçoveyê de hatiye plankirin. Li Sûriyeyê hêza bingehîn a xwedî lêgerîna çareseriyê ne, Kurd in. Êdî nêrîna hevpar ew e ku heta Kurd neyên têk birin, ti hêz di siyasetê de nikare bibe xwedî mafê gotinê. Ev yek her çend bi rengekî vekirî neyê bilêvkirin jî, ji bangnekirina Kurdan ji bo civînên navneteweyî, ev rastî tê fêmkirin.
Ji aliyekî ve Amerîka, ku Kurdan ji xwe re weke hevalbend dibîne, ji ber ku nikare Kurdan bike taşeron polîtîkayeke mijûlkirinê dimeşîne. Li aliyê din jî hewl dide bi Tirkiyeyê re hin aliyên lihevkirinê bibîne û ji gelek aliyan ve ji xwe re taşeronan bafirîne.
Li aliyekî din jî, Rûsya her çend alîkariyê bilêv dike jî xwe ji nêzîkatiyên çareseriyê vedigire û bi manewrayên siyasî vê pêvajoyê dirêj dike. Her çend bi hin pêngavên siyasî ve hewl dide pêvajoyê ber bi aliyê xwe ve bikişîne, ji ber ku nikare plansaziyên cidî têkildarî hevsengiyên hêzê destnîşan bike, bi rêbaza siyaseta ji binî ve hewl dide pêvajoyê bimeşîne.
Eşkere ye di navbera van her du hêzan de di hin mijaran de lihevkirin heye. Di vir de ev pirs dikeve hişê mirovan. Gelo di nava vê lihevkirinê de hêza ku bi rengekî kiryar nediyar derb lê bê xistin Kurd in? Bi taybetî di van rojên ku Heleb bûye mijara siyasetê de, xurtbûna Kurdan a li herêmê wê hemû plan bêbandor bikira.
Lewma, di şexsê Şêx Meqsûd de hat xwestin li hemberî Kurdan pêleke mezin a êrîşê were destpêkirin. Di dema ku çeteyan dest bi êrîşê kirin de, hevdîtinên li ser diyalog û çareseriyê destpê kirin. Gava ev yek bi hev re bê nirxandin, tevlînekirina Kurdan li nava siyasetê dikare weke qurbanîkirina Kurdan ji bo berjewendiyan bê nirxandin.
Lê belê hêzên Kurdistanê yên haya xwe ji van hemûyan heye, bi berxwedana Şêx Meqsûd ve careke din hêza Kurdan nîşanî her kesî da. Ji bo Kurd ji qada siyasî bê derxistin, dewletên Sûriye, Tirkiye û Îranê bi hevdîtinên veşartî yên li pişt deriyan lihevkirin ku Kurdan bê statû bihêlin.
Li gel vê yekê, Amerîka û Rûsya yên qala azadî û edaletê dikin, li hemberî van hemû êrîşan bêdeng man. Piştî ku berxwedan ber bi serketinê ve çû, rabûn hin daxuyaniyên erzan û êdî cidî neyê dîtin, dan.
Li Şêx Meqsûdê bi dehan sivîl şehîd hatin xistin. Ev hêzên ku bi bêdengiyê bersiv da êrîş û komkujiyên li dijî mirovahiyê yên li Şêx Meqsûd, herî dawî hewl dan di navbera dewletê û çeteyan de agirbestê îlan bikin.
Di agirbestên heta niha hatine ragihandin de hêzên çete bi hemû hêza xwe êrîşî Kurdan kirin û dikin. Lê belê ji niha û pê ve wê neçar bimînin ku Kurdan tevlî agirbesta ji niha û pê ve werin ragihandin bikin.
Sedema bingehîn a vê yekê berxwedana Efrîn û Şêx Meqsûdê ye. Vê berxwedanê nîşan da Kurd ne tenê li kantonên Cizîr û Kobanê, di heman demê de li Efrîn û derdora wê jî yek ji hêza diyarker a siyasetê ne. Ev yek îspat kirin.
Kurd êdî veguherîne hêza ku şer an jî lihevkirinan xera dikin. Bi kurtasî veguherîne hêza ku hevsengiyan xera dike û diyar dike.
Hêza sereke ya tevkariya herî mezin li siyaseta Helebê ya heyî bike, Kurd in.