NAV-DEM: Em bi xurtî tevlî rûniştina 12'ê Gulanê ya Çelîk bibin
NAV-DEM'ê, ji bo rûniştina 12'ê Gulanê ya darizandina serokê berê yê YEK-KOM'ê Çelîk, banga tevlîbûnê li hemû demokrat û parêzvanên mafên mirovan kir.
NAV-DEM'ê, ji bo rûniştina 12'ê Gulanê ya darizandina serokê berê yê YEK-KOM'ê Çelîk, banga tevlîbûnê li hemû demokrat û parêzvanên mafên mirovan kir.
NAV-DEM'ê, ji bo rûniştina 12'ê Gulanê ya darizandina serokê berê yê YEK-KOM'ê Çelîk, banga tevlîbûnê li hemû demokrat û parêzvanên mafên mirovan kir.
NAV-DEM'ê têkildarî dozê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, di şexsê Ahmet Çelîk de Kurd û saziyên Kurdan ên li Elmanyayê tên darizandin.
NAV-DEM'ê da xuyakirin, ku Çelîk di sala 1964'an de li navçeya Mêrdîn Dêrikê ji dayik bû û da zanîn, di dema şewitandina gundan û kuştinên kiryar nediyar de Çelîk neçar ma welêt biterikîne.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku Çelîk ji sala 1986'an û vir ve li Elmanyayê ji bo mafên çandî û demokratîk ên Kurdan têkoşiya ye, di navbera salên 2008-2011'an de Serokatiya YEK-KOM'ê jî di nav de li gelek saziyên Kurdan xebitiye.
Hat gotin, "Dema Çelîk hat girtin, endamê desteya rêveber a NAV-DEM'ê bû. Dema Serokê YEK-KOM'ê bû, di serî de rêxistinên koçberan ên Kurdistanî û Tirkiyeyî bi gelek rêxistinên koçberan re xebitî. Di sala 2009'an de, konferansa Kurd a li Elmanyayê, li Parlamenta Eyaleta Berlînê, tevî Serokê Parlamenta Eyaletê Monper ê SPD'yî û Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê yê wê demê Birêz Osman Baydemîr re organîze kir.
Birêz Çelîk di sala 2010'an de konferansa Kurdan a li Parlamenta Eyaleta Hessenê organîze kir, ku axaftina vekirinê ya vê konferansê ji aliyê Wezîrê Koçberan ve hat kirin. Di heman demê de tevî Evangelische Akademie, BAD-BOLL û saziyên din ên Kurdan, ji bo 2 rojan konferans li ser rewşa Kurdên li Elmanyayê organîze kir. Ev konferas hemû weke sûc hatin dîtin.
Birêz Çelîk berî û piştî dema Serokatiya YEK-KOM'ê, ji bo naskirina nasnameya Kurd û pêşvebirina civaka Kurd li Elmanyayê xebitî. Girtiya Serokê YEK-KOM'ê Çelîk, nîşaneyek şênber a krîmînalîzekirina Kurdan û saziyên Kurdan ên li Elmanyayê ye."
Di dewama daxuyaniya NAV-DEM'ê de hat ragihandin, ku ti ji van xebatên Çelîk li dijî qanûnên Elmanya nînin û hat gotin, "Dewleta Elman dibêje ew li dijî rêxistina çete ya dijminê mirovahiyê DAIŞ'ê ye. Ya ku îro li Rojhilata Navîn li dijî barbariya DAIŞ'ê têdikoşe û li Iraq û Sûriyeyê Kurdan, Tirkan, Ereban, Ermeniyan, Asûriyan, Elewiyan, Kurdên Êzidî û Xiristiyanan ji DAIŞ'ê diparêze PKK ye. Lewma dewamkirina qedexeya li ser PKK'ê tê wateya desteka siyasî ji bo DAIŞ'ê. Eger Elmanya li dijî DAIŞ'ê de, divê qedexeya li ser PKK'ê rake, ku Serokwezîrê Iraqê ji bo PKK'ê gotibû; tevgera mirovahiyê ye. Naxwe dewamkirina qedexeya li ser PKK'ê, bi hinceta vê qedexeyê girtina nûnerên saziyên Kurdan û siyasetmedarên Kurd tê wateya, desteka ji bo DAIŞ'ê û AKP a dîktator a xwedî heman mejiyê DAIŞ'ê ye. Meşandina polîtîkayên antî Kurd ji aliyê hikûmeta Merkel ve, bi tenê bi kêrî dewleta Tirk a barbar tê. Ev polîtîka zerarê dide Kurdan, saziyên wan, demokrasiya Elman û çareseriya pirsgirêka Kurd.
Weke NAV-DEM'ê em bang li hemû demokrat û parêzvanên mafên mirovan dikin ku beşdarî rûniştina 12'ê Gulanê ya li Dusseldorfê bibin, ku wê serokê me yê berê û endamê me yê desteya rêveber Ahmet Çelîk lê bê darizandin. Em bang li wan dikin ku bê tevlî rûniştinê bibin û bibînin bê hiqûq dema mijar Kurd be, çawa siyasî dibe."