Qirkirina Dersîmê li Toronto hat şermezarkirin

Kurdên li Toronto dijîn, Qirkirina Dersîmê şermezar kirin û mirovên di vê qirkirinê de jiyana xwe ji dest dan bibîr anîn.

Li bajarê Kanada Torontoyê, Meclîsa Gel a Kurd qirkirina Dersîmê şermezar kir.

Di çaakiya li Komeleya Kurd a Torontoyê de mirovên di qirkirinê de jiyana xwe ji dest dan hatin bîranîn û mesaja "Em ê dîroka gelê kurd ji bîr nekin û li Torontoyê her tim bibin parêzvanê vê doza mafdar" hat dayîn.

Çalakî bi nîşandana sînevîzyonê û muzîkê dewam kir.

...