NY: Li Cizîrê mirov bi zindî hatin şewitandin!
Neteweyên Yekbûyî (NY) da xuyakirin, ku li gorî agahiyên gihaştine ber destê wan, li Cizîrê çeteyên AKP/Qesrê mirov bi awayekî zindî şewitandine û qetil kirine. NY xwest li cihê bûyerê lêkolînan bike.
Neteweyên Yekbûyî (NY) da xuyakirin, ku li gorî agahiyên gihaştine ber destê wan, li Cizîrê çeteyên AKP/Qesrê mirov bi awayekî zindî şewitandine û qetil kirine. NY xwest li cihê bûyerê lêkolînan bike.
Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî Prînce Zeîd Ra'ad Zeîd al-Hûsseîn, têkildarî êrîşên qirkirinê yên AKP/Qesrê li navçeya Şirnex Cizîrê kirin, daxuyaniyek da.
Zeîd al-Hûsseîn got, "Li ber destê me raporên ji şahidan heye ku nîşan didin; hêzên ewlekariyê yên Tirk dor li Cizîrê girtine û zêdeyî 100 mirov bi awayekî zindî şewitandine."
'EM DIXWAZIN LÊKOLÎNAN BIKIN'
Zeîd al-Hûsseîn da xuyakirin, ku agahiyên "bi tirs û fikar" gihaştine ber destê wan, ku li gorî van agahiyan di navbera mehên Kanûn û Adarê de hêzên dewleta Tirk li Cizîrê mafên mirovan binpê kirine. Zeîd al-Hûsseîn diyar kir, ew dixwazin li cihê bûyerê lêkolînan bikin.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, li gorî van agahiyên gihaştine ber destê wan; sekvanan gule berdane sivîlan, bi tank û maşînên zirxî bi zanebûn gule û bombe li sivîlan hatine barandin.
Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî Zeîd al-Hûsseîn diyar kir, ku beriya niha wan daxwazên bi heman rengî kiribûn, lê belê ev daxwazên wan hatibûn redkirin. Zeîd al-Hûsseîn got, "Em ji hikûmeta Komara Tirkiyeyê dixwazin, ku îdîayên li ser şîdeta li hemberî sivîlan lêkolîn bike."