Sariyildiz: Konsepta şîdetê ya Erdogan hat hilweşandin
Sariyildiz: Weke tevgera siyasî me rûyê qetlîamker ê desthilatdariyê teşhîr kirin. Ji ber vê yekê êrîşî me dikin.
Sariyildiz: Weke tevgera siyasî me rûyê qetlîamker ê desthilatdariyê teşhîr kirin. Ji ber vê yekê êrîşî me dikin.
Sariyildiz: Weke tevgera siyasî me rûyê qetlîamker ê desthilatdariyê teşhîr kirin. Ji ber vê yekê êrîşî me dikin.
Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz, ku di çarçoveya Kampanya Malbata Bira de li Elmanyayê beşdarî civînên gel dibe, rewşa dawî ya li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ji ANF'ê re nirxand.
Sariyildiz da xuyakirin, ku di dîroka Komarê de cara yekê ye navenda çend bajaran bi tank û topan tên bombekirin û got, "Ev pêvajo hînê nedeqiya ye. Komkujî û vandalîzm niha li Nisêbîn, Şirnex û Geverê dewam dike."
Sariyildiz destnîşan kir, ku sîstem ti carî di vê astê de tengav nebûye û diyar kir, pirsgirêka ku niha ji aliyê her kesî ve weke krîza Davûtoglû tê pênasekirin, di rastiya xwe de krîza di nava sîstema serdestiyê de ye.
Sariyildiz got, "Lewma eger li holê têkçûnek hebe, ev têkçûn ne ya Davûtoglû ye, ya Erdogan e. Ji ber ku konsepta Erdoagn a li ser şîdetê hat avakirin, hilweşiya. Di demeke ku Erdogan xwe li cihê herî baş û asta herî bilind didît de, fêm kir ku di dema herî qels de ye." Sariyildiz destnîşan kir, ku Erdogan li gelemperiya cîhanê teşhîr bûye û li nava welêt jî qîmeta xwe kêm bûye.
Sariyildiz bi bîr xist ku desthilatdariya siyasî niha krîzên cîdî dijîn, bi lêv kir ku ji ber tengaviya Erdogan ketiyê, ji sedî sed bîatê dixwazê. Sariyildiz destnîşan kir ku Davûtoglûyekî ji sedî 99 bîat dikir hebû, wiha dom kir: “Ew jî têra wî nekir. Ji ber ku her diçe tirsa wî zêde dibe, ditirse ku wê biqulibe, niha di rewşek paranoya de ye. Ev bi awayekî eşkere nîşan dide ku rewşa derûniya Erdogan ne baş e. Ji ber ku yê herî ahengdar xwe pê re dida xuyakirin Davûtoglû bû, eger wî jî tesfiye kiribe rewşa wî ne pir baş e. Jixwe Davûtoglû ji sedî 99 talîmatên Erdogan pêk tanî. Qetlîama li Cizîrê têkîldarî vê bû. Li ber çavên me hemûyan pêk hat. Di zanebûna Serokwezîr de çêbû. Kesê li ser hikûmeta heyî ew bû û û jixwe bi hêzên ewlehiyên yên di bin talîmata wî de, hêzên paramîlîter ên li wir, bi sedan mirovên me qetil kirin.”
‘DOMAHIYA 79 ROJAN HER ROJ SÛCÊ MIROVAHIYÊ KIRIN’
Sariyildiz anî ziman ku rûyê qetlîamker ê desthilatiyê ji aliyê HDP’ê hatiye teşhîrkirin, wiha pê de çû: “Wek tevgerek siyasî, rûyê desthilatiyê ya qetlîamker me teşhîr kir. Lewre berê xwe dan me. Wek mînak, li Cizîrê domahiya 79 rojan her roj sûcê mirovahiyê hate kirin û me rûyê wan ê rast derxist hole. Em ê bibin sedema daraza wan. Ev wan dîn dike, ji ber ku li Tirkiyeyê ti muxalîf nehiştin. Tevahî bêdeng kirin, fetisandin, wek tevgerek siyasî tenê em mane. Lewma hêrsa wan li beramberî me ye û ev rewş tê fêmkirin. Ji ber em lîstikên wan xera dikin, rûyên wan rast datînin hole, em astengiya esasî ya li pêş wan in. Ji ber vê jî ji milekê hewl didin partiya me bêqiymet bikin, ji milê din jî jib o karibin ji hêzê bixin, serî li gelek derew, fêlbazî, helwestên bêexlaqî didin.”
‘DIBE DILÊ WAN BIRÎNDAR BE, LÊ SERÎ LI BER VÊ ZILM Û NAMERDIYÊ NETEWANDIN’
Sariyildiz bal kişand ku niha li Cizîrê bi sedan zarok sêwî mane û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Lewre, ev demek e em li Ewropayê ne, me Kampanyaya Malbata Xwiş û Bira da destpêkirin. Ji ber ku bi hezaran mal, bi ser sere gel de hate hilweşandin. Gelê me niha tî, birçî û perîşan bûye. Dibe ku dilê wan birîndar be, lê serî li ber vê zilm û nemerdiyê netewandin. Tenê li Cizîrê zêdetirî sed mirovên zewaxî hatin qetilkirin, her yek jî xwedî zarok bûn. Ji ber vê, niha li Cizîrê êdî bi sedan zarokên sêwî hene. Me heta cihekî kampanya xwe anî. Êdî bi sedam malbatên me yên li Cizîrê, ji aliyê gelê me wê xwedî lê bê derketin. Lê, hilweşîna li Cizîrê bi hezaran malbatî vet ê îfadekirin. Ne tenê Cizîr, li navçeya Sûr a Amedê, tevahî navçe bi erdê re kirin yek. Malek sexlem jî nema. Dewletê kir gelemperî. Tenê li wir, 6 hezar serlêdan ji şaredariya me re hene. 6 hezar mal, bi sedema ku bêçare ne, daxwaza alîkariyê ji şaredariya me kirin. Lewma jî xwedîderketina van mirovan wezîfeya hevpar a me hemûyan e. Heta niha xwedîderketina li gelê me baş e, lê hê jî kêm e. Pêwîst e ev kampanya hê zêdetir berfireh bibe. Dê û bavên van zarokan li wir, rûmeta me, nirxên me parastin. Ji ber vê jî xwedîderketina zarokên wan, wezîfeya me hemûyan e, wezîfeyek exlaqî û polîtîk e.”