Li Creîlê aktivîteya bîranînê: Kurd çokan naşkîne!
Kurdistaniyan, di aktivîteya li Creîlê de kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anîn.
ANF
CREÎL
sêşem, 10 gulanê 2016, 15:21
Li bajarê Creîl ê Fransayê, li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (NCKD) ji aliyê Komîsyona Malbatên Şehîdan aktivîteya bîranînê hate lidarxistin.
Di aktivîteya ku gel û malbat beşdar bûn de gerîlayê HPG’ê Ensar Orûç (Serxwebûn Xinis), 7 xwişk û bira, Azad Sîser, Çekdar Amed û Denîz hatin bibîranîn.
Li ser navê Komîsyona Malbatên Şehîdan Hayrettîn Ûlûdag axivî û di kesayeta Mehmet Tûnç de hemû berxwedêrên Bakurê Kurdistanê silav kir. Ûlûdag wiha got: “Denîz Gezmîş, Yûsûf Aslan û Huseyîn Înan jî şehîdên me ne. Ew jî şehîdên şoreşê ne.”
Di axaftina li ser navê Civaka Îslamiya Kurdistanê (CÎK) de hat diyarkirin ku gelê Kurd mîna Seyîd Riza çok daneniye.
Bîranîn piştî Koma Atilim û axaftinên Hevseroka NCKD’ê yê Creîlê Zeynel Ceylan, bi dirûşmên “Şehîd Namirin” û “ Bijî Serok Apo” bi dawî bû.