Cangoriyên têkoşîna azadiyê li Lorîentê hatin bîranîn
Li bajarê Fransa Lorîentê, şehîdên meha Gulanê hatin bîranîn. Di şexsê Ateş (Seyît Agir) ê di 11'ê Îlona 2013'an de jiyana xwe ji dest da 16 şervanên YPG/YPJ'ê hatin bîranîn.

Merasîma bîranînê li Salona Lorîent Kervananec hat lidarxistin û gelek Kurdistanî û xizmên Seyît Ateş lê amade bûn.
Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê xizmên Ateş axivîn. Di axaftinan de hat ragihandin, ku divê xwedî li bîranîna şehîdan bê derketin.
Beşdaran her wiha ji bo Kampanya Malbata Bira a alîkariya ji malbatên di êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk de zerar dîtine, banga tevlîbûnê hat kirin. Hat ragihandin, rejîma AKP'ê ya ku li pêşberî berxwedana bi rûmet a li Kurdistanê de bi ser neketiye, bi rengekî dijberiya mirovahiyê bi sedan mirov qetil kiriye û di serî de Cizîr, Sûr û Nisêbîn gelek bajarên Kurdistanê kiriye xirbe.
Bal hat kişandin ser girîngiya kampanya malbata bira û hat gotin, "Em bi vî rengî dikarin dilsozê şehîdan bin." Merasîma bîranînê bi qîrîna dirûşmeyan bi dawî bû.