Hozan Mizgîn li Kolnê hat bîranîn
Kurdistaniyên li Kolnê dijîn, ji bo Hozan Mizgîn çalakiyeke bîranînê lidar xistin.
Kurdistaniyên li Kolnê dijîn, ji bo Hozan Mizgîn çalakiyeke bîranînê lidar xistin.
Li bajarê Elmanya Kolnê, ji pêşengên hunera şoreşgerî ya li Kurdistanê Hozan Mizgîn (Gûrbet Aydin) di salvegera 24. a şehadeta xwe de hat bîranîn.
Bîranîn li Mala Kurdan a li Kolnê hat lidarxistin û ji aliyê Kordînasyona Jinê ya TEV-ÇAND'ê û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ve hat organîzekirin. Di bîranînê de tevî vegotina jiyan û têkoşîna Hozan Mizgîn, stranên wê jî hatin gotin.
Merasîma bîranînê, di şexsê Hozan Mizgîn de ji bo bîranîna hemû cangoriyên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir.
Pêşkêşvana merasîmê Hozan Sosin bibîr xist, ku meha Gulanê di têkoşîna azadiyê de meşa şehîdan e û di şexsê Hozan Mizgîn de hemû şehîdên Kurdistanê bi rêzdarî bibîr anî. Sosin destnîşan kir, ku Mizgîn bi nasname û têkoşîna xwe ya şoreşgerî ve şopên girîng li dû xwe hişt.
HEVALÊN WÊ YÊN HUNERMEND QALA WÊ KIRIN
Hunermendên Koma Berxwedan jî tevlî bîranînê bûn û Hozan Mizgîn vegotin.
Hozan Xemgîn got, "Mizgîn beriya nasnameya xwe ya hunermendiyê, nîşaneya berxwedana jina Kurd û berdêlên hatiye dayîn e. Xwedîderketina li Mizgîn bi nêzîkatiya rast a li jinê dibe."
Cewad Merawî da xuyakirin, ku wê Hozan Mizgîn li Farqîn û Êlihê di salên zor û zehmet ên 90'î de ku hingî Hîzbûllahê mîna DAIŞ'ê komkujî dikir, nas kiriye û kesayetiya wê ya pêşeng şoreşger tevî hunermendiya xwe bandoreke girîng kiriye.
Hozan Seyîdxan jî got, "Her yek ji şehîdên me destanek e, dîrokek e, romanek e. Yên ku em gihandine vê asta roja îro, keda bi sedan Mizgînan e. Her tova li nava axê direşe mezin dibe û ber bi serketinê ve diçe."
Hozan Şemdîn got, "Min Hozan Mizgîn di sala 1987'an de nas kir. Ew hem hunermendek hem jî şoreşgerek bû. Ew dem ji aliyê têkoşîna jinê ve gelekî zehmet bû. Tovên destpêkê yên vê asta pêşketî ya pêşengiya jinê, hingî hatibûn çandin. Yek ji pêşengên wê jî Hozan Mizgîn bû. Ez wê bi rêzdarî bibîr tînim."
Hozan Diyar, Kawa û endamên din ên Koma Berxwedan mafê axaftinê wergirtin û nêrînên xwe bilêv kirin.
Di merasîma bîranînê de malbatên cangoriyên têkoşîna azadiyê jî axivîn.
Dûre Koma Berxwedan û Koroya Jinan a bi pêşengiya Hozan Sosin, stranên Hozan Mizgîn gotin.