Ji DAIŞ'ê re xizmeta 'fîrarê'

Hat hînbûn, endamên DAIŞ'ê yên li Kocaeliyê girtî bûn, fîrar kirine.

Çeteyên DAIŞ'ê Gokhan Bûlût, Îrfan Yildiz, Raşît Karadag, Serdar Sariçam û Dûran Çoban, li ser daxwaza xwe berî du hefteyan sewqî Girtîgeha Kocaeliyê bûn.

Tevî ku dihat gotin wê fîrar bikin jî, her 5 hikumxwar sewqî vê Girtîgeha Vekirî hatin kirin û roja 3'ê Gulanê fîrar kirin.

Ji van hikumxwaran 3 jê hatin girtin, 2 ên din nayê zanîn li ku ye.

Dewleta ku bi her awayî îşkenceyê li girtiyên siyasî dike, balkêş e ji bo fîrarkirinê derfetan dide DAIŞ'ê.