Elmanyayê xelat da Akademîsyenên Ji Bo Aştiyê

Akademîsyenên Ji Bo Aştiyê ji aliyê AKP/Qesrê ve li Tirkiyeyê hedef hate nîşandan, li Elmanyayê jî xelat standin.

Akademîsyenên Ji Bo Aştiyê ji aliyê AKP/Qesrê ve li Tirkiyeyê hedef hate nîşandan, li Elmanyayê jî xelat standin.

Însiyatîfa Akademîsyenên Ji Bo Aştiyê yên bi danezana “Em nabin hevkarî vî sûcî” ve li dijî êrîşên qirkirinê yên ku AKP’e li Kurdistanê dimeşîne rabûn û ji ber vê jî ji aliyê AKP/Qesrê hedef hatin nîşandan ku li Tirkiyeyê ceza girtin, li Elmanyayê jî xelat standin.

Di nûçeya Deûtsche Welle ya Tirkî de hate diyarkirin ku wê Xelata Aştiyê ya Aachen a ku ji 1988’an û vir vê tê dayîn, îsal wê ji Tirkiyeyê bidin Însiyatîfa Akademîsyenên Ji Bo Aştiyê û wê bidin Offene Heîde.

Hewldana Offene Heîde ya layiqî xelatê hat dîtin, komeke ku li dijî navendên tatbîkatê yên artêşên Elman û NATO’yê 20 sal in li Magdebûrgê protestoyan pêş dixin.

Yên xelat girtine wê 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê jî 1000 Eûroyî wergirin.