Erdogan li New Yorkê hat protestokirin
Hewldana tasfiyekirina HDP'ê û Erdogan li New Yorkê hatin şermezarkirin.
Hewldana tasfiyekirina HDP'ê û Erdogan li New Yorkê hatin şermezarkirin.
Li bajarê New York ê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA); hewldana tasfiyekirina HDP'ê ku bi "rakirina destnedanê" tê kirin, hat şermezarkirin.
Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Komeleya Kurdan a Amerîka yên li New Yorkê çalakî organîze kirin. Di çalakiyê de êrîşên li hemberî parlamenteran jî hatin şermezarkirin.
Girseya gel a li ber avahiya New York Timesê li hev civiya pankarta bi nivîsa "Ji Erdogan re bêje 'êdî bes e', ji darbeyê re bêje 'êdî bes e" vekir. Xwepêşandêr ber bi navenda CNN a li New Yorkê meşiyan û dirûşmên "Erdogan bisekinînin", "Erdogan bes destekê bide DAIŞ'ê", "Kurdistana Azad" qîriyan.
Herî dawî li peşiya avahiya CNN’ê daxuyanî hat xwendin û çalakî bi dawî bû.