Li Kirşehîrê li dijî xwendakarên Kurd êrîşa nîjadperestî
Li Kirşehîrê, komeke nîjadperest bi kêran êrîşî 4 xwendekarên Kurd kir.
Li Kirşehîrê, komeke nîjadperest bi kêran êrîşî 4 xwendekarên Kurd kir.
Li Kirşehîrê, endamê HDP'ê Firat Altûn, xwendekarên bi navê Cîhan û Cuneyt ên paşnavê wan nehat hînbûn û xwendekarekî din ê nav û paşnavê xwe nehat zanîn, duh êvarê li derdora Pazaryerî bûn hedefa êrîşeke nîjadperestî ya 30 nîjadperestan. Vê koma nîjadperest bi kêran êrîşî xwendekarên Zanîngeha Ahî kirin. Ji ber vê êrîşê xwendekarên Kurd li lingên xwe birîndar bûn. Tevî vê rewşa birîndariyê jî, demeke dirêj li xwendekaran hat xistin.
Xwendekar rakirin nexweşxaneyê û danê sibehê ji nexweşxaneyê derketin.
Hat gotin, ev êrîşa nîjadperestî ji aliyê 'reîsê nû hatiye hilbijartin' ê li Zanîngeha Ahî ve hatiye amadekirin.
Têkildarî êrîşê kes nehat binçavkirin. HDP'yî û xwendekaran jî serî li dozgeriyê dan û gilî kirin.