Ciwan xwe ji bo festîvala li Dortmûndê amade dikin

Li Dortmûndê wê bi dirûşma "Ruhê ciwantiyê ruhê xweseriyê ye, ruhê xweseriyê jî azadiya Rêber Apo ye" festîval tê lidarxistin.

19. Festîvala Çand û Sporê ya Ciwanan wê roja 9'ê Tîmehê li bajarê Elmanya Dortmûndê bê lidarxistin. Di festîvalê de, di şexsê berxwedana Bakurê Kurdistanê de berxwedêrên li cîhanê bê silavkirin.

Komîteya Amadekar a Festîvalê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Kolnê li hev civiya. Komîteya ji 31 kesan pêk tê, li ser beşên sporê, çalakiyên çand û hunerê yên di festîvalê de bên organîzekirin rawestiyan.

DIYARÎ BERXWEDÊRAN TÊ KIRIN

Di civînê de hat ragihandin, festîvala îsal wê diyarî endamên YPS û YPS Jinê yên di berxwedana xwerêveberiyê de jiyana xwe ji dest dane, bê kirin.  Komîteyê diyar kir, tevî ciwanên Kurd wê ji Fransa, Swîsre, Îngilîstan, Hollanda, Belçîka û Elmanyayê endamên tevgerên ciwanan ên berxwedêr enternasyonalîst tevlî festîvalê bibin.

'JI BO AZADIYA RÊBER APO...'

Komîteyê bal kişand ser girîngiya tevlîbûna xurt a li festîvalê û ev bang li ciwanan kir: "Ev festîval mîna neynika têkoşîna YPS/YPS jinê ye. Bi vê wesîleyê, bi ruhê xwerêveberiyê yê ciwanên li Bakurê Kurdistanê, bi hevgirtineke ku faşîzmê têk bibe, em ji bo azadiya Rêber Apo tevlî festîvalê bibin."

BERNAME

Festîval wê li Stadium Rote Erde 9'ê Tîrmehê roja Şemiyê pêk were û tevî pêşbirkên sporê xwedî bernameyeke dewlemend a hunermend û qisekeran e.

Komîteya Amadekar diyar kir, di festîvalê de wê pêşbirkên beşên sporê yên Futbol, Voleybol, Kick-Boks, Tenîsa Maseyê, Atletîzm, Dama û Kişikê bên lidarxistin. Her wiha wê govenda ji gelek herêmên Kurdistanê bê nîşandan. Di festîvalê wê pêşbirka 'dengê herî bedew' jî were lidarxistin û lîstikên şano bên pêşkêşkirin.

Ji bo pêşandana akrobatîk wê 2'ê Tîrmehê roja Duşemê kampek sporê ya ji bo 5 rojan bê lidarxistin. Rojek beriya festîvalê wê di 8'ê Tîrmehê de ji beşdarên kampê re semînera 'Ji Ocalan re azadî' bê dayîn.

Komîteyê bang li hemû ciwanan kir ku bi rengekî xurt beşdarî festîvalê bibin.