Kampanya piştgiriyê ya bi alîkariya Demîrtaş û Ozen dewam dike
Kampanya piştgiriyê ya ji bo malbatên bûn mexdûrê terora dewleta Tirk a li Bakurê Kurdistanê, dewam dike.
Kampanya piştgiriyê ya ji bo malbatên bûn mexdûrê terora dewleta Tirk a li Bakurê Kurdistanê, dewam dike.
Kampanya piştgiriyê ya ji bo malbatên bûn mexdûrê terora dewleta Tirk a li Bakurê Kurdistanê, dewam dike.
Kampanya bi alîkariya Komeleya Piştgirî û Alîkariyê ya ji bo Rojava, Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Şampiyonê Sikleta Navîn a Parzemînan Boksor îsmaîl Ozen dewam dike.
Demîrtaş û Ozen ji bo kampanyayê banga desekê kirin. Alîkariya di çarçoveya vê kampayayê de bên kirin wê bi malbatên li Cizîr, Sûr, Silopiya, Hezex, Nisêbîn, Gever û Şirnexê bê parvekirin.
LEPIKÊN ŞAMPIYONIYÊ WÊ WEKE DIYARÎ BÊ DAYÎN
Ozen ku beriya niha çend caran alîkarî abû komeleyê, lepikên di maça şampiyoniyê de bi kar anî, piştî maçê dabû Demîrtaş. Demîrtaş jî îmzeya xwe li lepikan kir û ji bo weke diyariya 'spasdariyê' radestî xêrxwazekê/î bê kirin, radestî komeleyê kir. Lepikên şampiyoniyê wê di nava xêrxwazên ji 9'ê Gulanê heta 20'ê Gulanê alîkariyê bike, yek bi peşk avêtinê bê diyarkirin û jê re bê dayîn.
HESABÊN JI BO ALÎKARIYÊ
Di çarçoveya kampanyayê de ji derveyî welat jî dikare alîkarî bê dayîn. Hesabên Komeleya Rojava yên ji bo alîkariyê bi vî rengî ne:
Banka: Türkiye İş Bankası A. Ş.
Ji bo Lîreyê Tirk:
IBAN: TR 96 0006 4000 0018 3030 8933 06
Ji bo Dolarê Amerîkî:
IBAN: TR 03 0006 4000 0028 3030 2128 71
Ji bo Euro:
IBAN: TR 13 0006 4000 0028 3030 2128 85