Zêdeyî 30 kes hatin binçavkirin, 2 kes hatin girtin

Di operasyonên qirkirina siyasî de zêdeyî 30 kes hatin binçavkirin, 2 kes jî hatin girtin.

Operasyonên qirkirina siyasî yên bi fermana AKP/Qesrê tên meşandin, dewam dikin. Ji ber van operasyonan li Denîzlî, Meletî, Mêrdîn û Şirnexê zêdeyî 30 kes hatin binçavkirin û 2 kes jî hatin girtin.

DENÎZLÎ

Di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de li Denîzliyê danê sibehê polîsan bi ser gelek malan de girtin. Di serdegirtinan de hevserokên bajêr ên HDP'ê û xwendekar jî di nav de zêdeyî 20 welatî hatin binçavkirin. Her wiha polîsan bi ser avahiya bajêr a HDP'a Denîzliyê de girtin û dest danîn ser pankart, computor û rojnameyên Ozgur Gundemê. Hate zanîn, li bajêr operasyon dewam dikin û dibe hejmara kesên hatine binçavkirin zêde bibe.

MELETÎ

Li Meletiyê jî polîsan bi ser malên xwendekarên zanîngehê de girtin û 8 xwendekar hatin binçavkirin. Xwendekarên ku sedema binçavkirina wan nehat zanîn birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr. Ji 8 xwendekarên ku navên wan hatin zanîn ev in: "Mehmet Korgut, Dîlan Orak, Vedat Koç, Gulîstan Azak û Alî Tanriveren."

MÊRDÎN

Li Taxa Kizilê ya navçeya Dêrikê ya Mêrdînê di serdegirtina malê de welatiyê bi navê Mehmet Emîn Kayan hate binçavkirin. Kayan ê sedema binçavkirina wî nehat zanîn birin Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê. 

ŞIRNEX

Li navçeya Hezex a Şirnexê, Îbrahîm Şaman ê duh bi şev di kontrola rê de ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin û Salîh Karavîş ê li navenda sûkê ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin hatin girtin. Şaman û Karavîş xistin Girtîgeha Tîpa M a Mîdyatê.