Hewldana HDK Ewropa li Brukselê li hev civiya

Hewldana HDK Ewropa, civîna xwe ya duyemîn li paytext Brukselê pêk anî. Di civînê de biryara meşandina kampanyayan hat wergirtin.

Li paytexta Belçîka Brukselê, civîna duyemîn a Hewldana Kongreya Demokratîk a Gelan li Ewropayê (HDK-E) hat lidarxistin. Tevî nûnerên HDK-E yên ji çar aliyên Ewropayê, Hevberdevkên HDK'ê Ertûgrûl Kurkçu, Gulîstan Kiliç Koçyîgît û endamê Desteya Rêveber a HDK'ê Veysel Mete Elçî jî beşdar bû. 

Civîn li avahiya KNK'ê bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir û ji aliyê Hevserokê NAV-DEM'ê Yuksel Koç û Hevseroka AvEG-KON'ê Şafak Arabaci ve hat birêvebirin.

Di civînê de Koçyîgît, Kurkçu û Elçî tecrûbe û pêşniyarên xwe yên li ser xebatên avabûna HDK'ê yên li welêt vegotin û nêrînên xwe yên li ser HDK-Ewropayê parve kirin.

'DIVÊ JI PIRSGIRÊKÊN LI EWROPAYÊ RE BIBE HÊZA ÇARESERIYÊ'

Kiliç Koçyîgît da xuyakirin, ku HDK-Ewropa, tevî piştgirî û tevkariya xwe li têkoşîna azadî û demokrasiyê ya li Kurdistan û Tirkiyeyê, neçar e bibe hêza çareseriyê ji bo pirsgirêkên li Ewropayê.

Kurkçu jî diyar kir ku ew civîneke dîrokî pêk tînin û got, "Hûn ne tenê rêxistinbûyînek ji bo Tirkiye û Kurdistanê ava dikin, ev rêxistinbûyîn dikare mudaxleyî Ewropayê jî bike." Kurkçu da zanîn, ku divê ji bo Ewropayê bername û rêzikname bê amadekirin û got, "Divê mafên sazî û kesayetan bên dîtin."

Tevî Elçî nûnerên saziyên bi navê NAV-DEM, SKB, AvEG-Kon, SYKP, KCD-E, Kesk-Çep, TJK-E, Meclîsên HDK ên li Berlîn û Hambûrgê, Meclîsên Welêt û gelek şexsiyetan mafê axaftinê girtin û nêrînên xwe bilêv kirin.

KAMPANYA

Di civîna Hewldana HDK-E de hin rêze biryar jî hatin wergirtin. Di vê çarçoveyê de wê hewldan giraniyê bide ser xebatên li Ewropayê. Li gorî vê yekê wê hin kampanya werin meşandin. Beşek ji van kampanyayan bi vî rengî ye:

"- Piştgiriya bi xwepêşandêrên li Fransayê re: Di vê çarçoveyê de wê HDK-E eşkere bike ku tevlî çalakiya navneteweyî ya 15'ê Gulanê dibe.

-Dest nede parlamenterên min: Têkildarî mijara rakirina destnedana parlamenterên HDP'ê de wê li ber Sefaretxane û Konsolosxaneyên Tirkiyeyê yên li Ewropayê xwepêşandanên 'dest nede wekîlên min' bên lidarxistin.

-Nebe hevparê sûc: Yek ji wezîfeyên girîng ên hewldanê daniye pêşiya xwe, kampanyayeke mezin a ji bo betalkirina peymana kirêt a navbera Yekîtiya Ewropa û Tirkiyeyê de ye. Ev kampanya wê bi beşdariya rêxistinên çep, sosyalîst, sendîka, akademîsyen, hunermend û rûspiyên Ewropî bê destpêkirin û îmzeyên werin berhevkirin di dawiya salê de li Berlînê bi xwepêşandaneke mezin radestî hikûmeta Elman werin kirin."

KORDÎNASYON HAT HILBIJARTIN

Ji bo xebatên hewldanê bi hêsanî werin meşandin, di civînê de kordînasyonek ji 11 kesan hat hilbijartin. Di kordînasyonê de Hevserokê NAV-DEM'ê Yuksel Koç, Hevserokê AvEG-KON'ê Bakî Selçûk, ji SYKP Ewropayê Huseyîn Şenol, ji Kesk Çep Mehmet Cengîz, Hevserokê KCD-E Mûrat Ceylan, ji HDK-Hambûrgê Naîme Erdem Başarir, ji HDK-Fransayê Yûsûf Şahîn, ji SKB Ewropayê Sakîne Demîr, ji NCDK-Hollandayê Hulya Naciye Laçîn cih girtin. Ji HDK-Îngilîstanê û KJK-E jî wê piştre du endamên kordînasyonê bên diyarkirin.

Di civînê de biryar hat dayîn kongreya damezrandinê di navbear mehên Cotmeh-Mijdarê de were lidarxistin. Encamnameya civînê wê di rojên pêş de bi raya giştî re bê parvekirin.

...