Li Edene û Bedlîsê 2 girtin, 16 kes jî hatin binçavkirin

Li Edene û Bedlîsê 16 kes hatin binçavkirin, bav û kur hatin girtin.

Qesr/AKP, her ku nikarin gelê Kurd teslîm bigirin operasyonên qirkirina siyasî zêde dikin. Di vê çarçoveyê de, ji 8 kesên ku duh li Edeneyê hatibûn binçavkirin 2 kes hatin girtin. Li Bedlîsê jî 14 xwendekar hatin derbkirin û di serdegitinên malan de hatin binçavkirin.

EDENE

Li Edeneyê di serdegirtinên malan de ji 8 kesên ku hatin binçavkirin, 2 kes hatin girtin.

Li Edeneyê di serdegirtinên malan de 8 kesên ku duh hatibûn binçavkirin sewqî dozgeriyê hatin kirin. 8 kes bi îdiaya "endamê rêxistinê ne" ji aliyê dozgeriyê ve bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Şûkrû Salhan û Faysal Yaray bi heman îdiayê hatin girtin, 6 kes jî bi şerta kontrola edlî hatin berdan.

BEDLÎS

Li Bedlîsê di saetên sibehê de tîmên taybet û polîs bi ser malên 14 xwendekarên Zanîngaha Erenê dixwînin de girtin. Polîsan deriyê malan şikandin û ketin hindirê malan, 14 xwendekar derbkirin û binçavkirin.

Piştî qontrolkirina tendirûstiya xwendekaran birin Midûryeta Emniyetê ya Bajêr.