Hozan Mizgîn li ser gora xwe hate bîranîn

Yek ji sembolên Tevgera Azadiya Kurd hunermend Hozan Mizgîn (Gurbet Aydin) di salvegera 33’yemîn a şehadeta xwe de hate bîranîn.

Hunermend Hozan Mizgîn (Gurbet Aydin) ku di Tevgera Azadiyê ya Gelê Kurd de xwedî cihekî girîng e, di sala 33’yan a şehadeta xwe de li ser gora xwe hate bîranîn. Bîranîn, bi pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û bi beşdariya Dayikên Aştiyê, rêveberên Partiya Wekhevî û Deokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirin re (MEBYA-DER) û Komeleya Ziman û Wêjeyê (MEDYA-DER) li ser gora Hozan Mizgînê ya li Goristana Karşiyaka ya Bedlîsê hat lidarxistin.

Bîranîn, bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre jî ji Dayikên Aştiyê Mecbûre Kaplan axivî û got ku Hozan Mizgînê jiyaneke li gel mirovayetî, başî û aştiyê derbas kiriye û ev tişt anî ziman: “Mizgîn, kesayetek a fedekar bû, dilê tu kesî nedihişt. Her tim aştîxwaz bû. Her kesên ew nas dikirin jê wê razî bûn. Em jî li ser rêça wê ne û daxwaza aştiyê dikin.”

Dayika Aştiyê Gulperî Îlbasan jî wiha got: “Mizgîn, her tim ji bo hevalên xwe keseka fedekar bû. Em bejna xwe li ber têkoşîna wê ditewînin. Bi salan bedelên giran hatin dayin. Xwedê rehma xwe li hemû şehîdên ji bo welat û zimanê xwe jiyana xwe ji dest dane bike.”

Di bîranînê de dua hatin kirin û bîranîn bi dirûşma “Şehîd namirin” bi dawî bû.