Li Montrealê meşa ‘Ji Qirkirinan Re Na’

Li Montrealê ji aliyê gelên cuda ve meşa “Ji Qirkirinan Re Na” hate lidarxistin.

Li Montrealê ji aliyê gelên cuda ve meşa “Ji Qirkirinan Re Na” hate lidarxistin.

Li bajarê Montreal ê Kanadayê, bi dirûşmeya “Ji Qirkirinan Re Na” ve meşek hate lidarxistin.

Di meşa ku 2 hezar kes tevlî bûn de nûnerên Şaredariya Montrealê, Amnesty Înternatîonal, Neteweyên Yekbûyî û Wezîra Çand-Mîrateya Kanadayê Mêlanîe Joly axivîn.

Kurdistanî ji bi al û pankartên xwe ve tevlî meşê bûn, çeteyên AKP/Qesr û DAIŞ’ê protesto kirin.

Meşa ji Parka Sqûare Cabotê destpê kir, li cadeya herî qelebalix a Catherine ve Quartier des Spectacles dewam kir.

...