Li Gemlîkê bîranîna qurbaniyên Komkujiya Dersîmê û şehîdên meha Gulanê
Komeleya Dersîmiyên li Gemlîkê, li ser Komkujiya Dersîmê û Şehîdên meha Gulanê panelek lidar xist. Di panelê de şehîdên Komkujiya Dersîmê û meha Gulanê hatin bîranîn.
Komeleya Dersîmiyên li Gemlîkê, li ser Komkujiya Dersîmê û Şehîdên meha Gulanê panelek lidar xist. Di panelê de şehîdên Komkujiya Dersîmê û meha Gulanê hatin bîranîn.
Komeleya Dersîmiyên li Gemlîkê, li ser Komkujiya Dersîmê û Şehîdên meha Gulanê panelek lidar xist. Panel ji aliyê Hevserokê Komeleya Dersîmiyan Mûrat Kocamiş ve hat birêvebirin û aktîvîstê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Nûrettîn Demîr, parêzer Mehmet Gul û aktîvîstê Komeleya Dersîmiyan Cîhan Dûrman weke qiseker li ser Komkujiya Dersîmê axivîn.
Di panelê de tevî qurbaniyên Komkujiya Dersîmê, di serî de Îbrahîm Kaypakkaya hemû pêşengên şoreşger ên di meha Gulanê de jiyana xwe ji dest dane hatin bîranîn.
Ji bo bîranîna mirovên di Komkujiya Dersîmê de jiyana xwe ji dest dan lokmayên heq hatin belavkirin û panel bi vî rengî qediya.