Li Wûppetalê civîna gel a ji bo kampanya malbata bira
Li bajarê Elmanya Wûppertalê, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) bi beşdariya Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz civîneke gel lidar xist.
Li bajarê Elmanya Wûppertalê, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) bi beşdariya Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz civîneke gel lidar xist.
Li bajarê Elmanya Wûppertalê, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) bi beşdariya Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz civîneke gel lidar xist.
Civîn bi beşdariyeke girseyî saet di 18:00 de destpê kir û ji ber ku li salonê cihê rûniştinê nema, gelek kes neçar man li ser piyan bimînin. Di civînê de nûnerên AGÎF, ATÎF û BÎR-KAR'ê jî amade bûn.
Li dû deqeyeke rezgirtinê Hevserokê NCDK-Wûppertalê Savci Azar axaftina vekirinê kir û piştî silavkirina beşdaran sînevîzyona ji 12 deqeyan a Sariyildiz bi xwe re anîbû, da temaşekirin.
Dûre Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz mafê axaftinê wergirt û diyar kir, li Kurdistan û Tirkiyeyê sîstema serdest bi rengekî giran komokujiyan li gelê Kurd dike.
'DÎROKA LEHENGIYÊ JI NÛ VE HAT NIVÎSANDIN'
Sariyildiz da xuyakirin, ku dîroka mirovahiyê hem ji aliyê başiyê hem jî ji aliyê nebaşiyê ve ji nû ve tê nivîsandin û got, "Li ser navê wehşetê, li ser navê komkujiyê dîrok ji nû ve hat nivîsandin. Lê di heman demê de dîroka serketinê, dîroka berxwedanê û dîroka lehengiyê ji nû ve hat nivîsandin. Ev yek di zikhev de pêk hat. Li Kurdistan û Tirkiyeyê sîstema serdest êrîşên cidî û komkujiyan li hemberî gelê me dike. Sûcekî mezin li dijî mirovahiyê tê kirin. Navendên bajaran bi tank û topan tên xerakirin, mirov bi awayekî komî li malên xwe tên şewitandin. Dîroka Kurdistanê di heman demê de dîroka komkujiyan e. Kurdan kengî serî rakirin, kengî li dijî zilmê li ber xwe dan, hingî komkujiyên gelekî mezin li hemberî wan hatin kirin. Ev pêvajo dikar ji sala 1920'î heta niha bê nirxandin. Hemû îsyan tevî ku navê berxwedanên mezin e, di heman demê de navê komkujiyên mezin e."
'BERXWEDAN Û SEKNA ME WÊ WAN DARIZÎNE'
Sariyildiz diyar kir, dema dewleta Tirk ev komkujî li Kurdistanê dikir li serê vê hikûmetê Davûtoglû hebû û wiha dewam kir: "Niha bi hev ketine. Tirs di dilê wand e ye, ji darizandinê ditirsin. Ji ber ku em wan teşhîr dikin, êrîşî me dikin. Yekane tevgera siyasî ya li hemberî AKP'ê li ber xwe dide em in, lewma ewçend bi rengekî bêperwa êrîşî me dikin, rakirina destnedanê xistine rojevê. Hewl didin tevgera me ya siyasî qels bikin û bi vî rengî xwe ji vî sûcî rizgar bikin. Dixwazin belgeyên me yên şêber pûç bikin. Tevî van hemûyan jî wê aqûbeta wan neguhere. Wê bên darizandin. Bêguman wê ji ber xwe ve neyên darizandin, berxwedan û sekna me wê wan darizîne. Ev yek berpirsyariya me hemûyan e ku divê em bi cih bînin."
KAMPANYA MALBATA BIRA
Sariyildiz ragihand, tevlîbûna li nava Kampanya Malbata bira tê wateya pêçandina birînên zarokên sêwî man e, malbatên ji êrîşan zerar dîtine û got, "Li Cizîrê bi sedan sêwî hene. Bi dehan mirovên di êrîşên dawî de jiyana xwe ji dest dan zewicî bûn. Hevjînên wan, zarokên wan, xizmên wan niha li naverastê man e. gelek xanî xera bûne. Hînê bi sedan zarok bi pê xwazî li derve dimînin. Ji ber vê yekê di çarçoveya Kampanya Malbata bira de em dibin navbeynkar. Em malbatan digihînin hev û ji navberê vedikişin. Em bi xwe piştgiriya hev dikin. Em bi tenê navbeynkar in."
Piştî axaftina Sariyildiz civîn bi pirs û bersivan bi dawî bû.