Li welatê baskê çalakiyên Hefteya Kurd
Li bajarê Gernîka-Lûma yê welatê Baskê, ku bajarê birayê Kobanê ye, di çarçoveya Hefteya Kurd de çalakî tên lidarxistin.

Bi hevkariya Şaredariya Gernîka û Komeleya Dostaniyê ya Kurd-Bask, bi navê "Li Kurdistanê nêrîna li şer" bernameyek tê lidarxistin. Di destpêka vê bernameyê de wê bi serenavên "Li Sûriyeyê pêvajoya şer û rewşa heyî ya li Kurdistanê" nîqaş bên kirin.
Bername wê roja Pêncşemê wê bi serenavê "Di nava Tevgera Azadiyê ya Kurd de cihê Jinê" bidome. Di çarçoveya Hefteya Kurd de wê roja Înê jî fîlmê li ser cînayetên dewletê yên li Kurdistanê dike, "Min dît" were nîşandan.
Di çarçoveya çalakiyên li Gernîka de wê li ser şer û berxwedana Kobanê pêşangehek ji wêneyan bê vekirin û pêşangeh wê tevahiya meha Gulanê vekirî be.
Bajarê Gernîka ku yek ji girîngtirîn bajarê welatê baskê ye, di dema Şerê Navxweyî yê Spanyayê de di sala 1937'an de ji aliyê Elmanya Nazî ya destek dida faşîstan ve hatibû bombekirin. Ev hilweşîna li vî bajarî hat kirin, jia liyê wênevanê navdar Pîcasso ve di berhema bi navê 'Guernîca' de hatibû nîşandan.
Şaredariya Gernîka, piştî dorpêçiya çeteyên DAIŞ'ê ya li ser Kobanê têkiliya bi bajarê Kobanê re xurt kir û biryar da bi Kobanê re bibe bajarê bira.