Çalakiya kon a li Rennes dewam dike
Di çalakiyên kon ên li Rennesê de protestokirina tecrîd û qetlîaman dewam dikin.
Di çalakiyên kon ên li Rennesê de protestokirina tecrîd û qetlîaman dewam dikin.
Çalakiya kon a ku di 3’yê Tîrmehê de li bajarê Rennes ê Fransayê, li Place de la Repûblîqûe destpêkirî dewam dike.
Di çalakiya kon de belavokên ku rewş û têkoşîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tîne ziman hatin belavkirin, li hemberî tecrîdê jî banga hestyariyê hate kirin. Her wiha qetlîamên Qesr/AKP’ê yên li ser Bakurê Kurdistanê jî hate lenetkirin.
Çalakiya ku di pêşengtiya CDK- Rennes û Ciwanên Azad de hate lidarxistin, îro ji aliyê Komeleya Jinan a Zîn ve hate dewirgirtin.
Wê di rojên dawiya çalakiyê de mîtîngek were lidarxistin. Tê hêvîkirin ku di mîtîngê de Serokê Şaredariya Rennes û dostên Kurdan jî amade bibin.