NAV-DEM: Em di 9'ê Tîrmehê de li Dusseldorfê bin
NAV-DEM'ê, ji bo meş û mîtînga mezin a 9'ê Tîrmehê roja Şemiyê li bajarê Dusseldorfê were lidarxistin banga tevlîbûnê kir.
NAV-DEM'ê, ji bo meş û mîtînga mezin a 9'ê Tîrmehê roja Şemiyê li bajarê Dusseldorfê were lidarxistin banga tevlîbûnê kir.
Bi armanca şermezarkirina desteka hikûmeta Elman a ji bo êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî Kurdan, meş û mîtîngeke mezin roja 9'ê Tîrmehê li Dusseldorfê tê lidarxistin. Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Elmanyayê (NAV-DEM) banga tevlîbûnê kir.
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser desteka dîplomatîk, siyasî û aborî ya hikûmeta Elman a ji bo dewleta Tirk, ku bajarên Kurdan xera dike, bi sedan sivîl qetil kiriye, bi deh hezaran koçber kiriye û mafên mirovan di asta herî bilind de binpê dike.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ev tifaq û dewleta ji ber berjewendiyên siyasî û aborî tê dayîn, cesaretê dide dewleta Tirk ku bi DAIŞ'ê re li Şengal, Rojava û Bakurê Kurdistanê êrîşî gelê Kurd bike.
NAV-DEM'ê diyar kir, ev destek û teşwîq ne tenê li Tirkiyeyê, li Elmanyayê jî dewam dike û bibîr xist, zêdeyî 10 siyasetmedarên Kurd li Elmanyayê hatine girtin, çalakî û xwepêşandanên Kurdan hatine qedexekirin û êrîş û xebatên îstîxbarata dewleta Tirk ên li hemberî Kurdên li Elmanyayê ji nedîtî ve hatine dîtin.
NAV-DEM'ê da xuyakirin, ku ev tifaqa qirêj a li pîvanên Yekîtiya Ewropayê, destûra bingehîn a Elmanya, nirxên hiqûqî, demokratîk, maf û azadiyan nayê, bi ti awayî feyda xwe li gel û welatê Elmanya jî nîne.
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin, ku li dijî vê tifaqa qirêj û van pêkanînan wê di 9'ê Tîrmehê roja Şemiyê de li bajarê Dusseldorfê meş û mîtîngeke girseyî bê lidarxistin û bang li Kurdan, gelên din ên Kurdistanî, pêkhkateyên HDK-Ewropa, ABDEM, Yekîtiya Hêzê, mirovên pêşverû, demokrat û dostên Elman ên azadîparêz hat kirin, ku bi xurtî tevlî çalakiyê bibin.
NAV-DEM'ê her wiha bang li saziyên medyayê, partiyên siyasî, rêxistinên civakî yên sivîl û sendîkayan kir ku bala xwe li ser mijarê be û herî dawî ji hikûmeta Elman hat xwestin hêza xwe ya aborî, siyasî û dîplomatîk ji bo bidestketina mafên bingehîn û azadiya neteweyî-demokratî a Kurdan bi kar bîne.