NAV-YEK'ê ji bo meşa 9'ê Tîrmehê ya li Dusseldorfê banga tevlîbûnê kir
NAV-YEK'ê bi daxuyaniyeke nivîskî, ji bo meşa 9'ê Tîrmehê ya li bajarê Elmanya Dusseldorfê li dijî hevkariya dewletên Tirk û Elman tê lidarxistin, banga tevlîbûnê kir.
NAV-YEK'ê bi daxuyaniyeke nivîskî, ji bo meşa 9'ê Tîrmehê ya li bajarê Elmanya Dusseldorfê li dijî hevkariya dewletên Tirk û Elman tê lidarxistin, banga tevlîbûnê kir.
Navenda Yekîtiya Komeleyên Êzidiyan (NAV-YEK) têkildarî meşa 9'ê Tîrmehê ya li bajarê Dusseldorfê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di destpêka daxuyaniyê de nat gotin, "Em weke NAV-YEK di serî de tifaq û hevkariya qirêj a navbera dewletên Tirk û Elman de bi tundî şermezar dikin" hat destnîşankirin, ku alîkariya hikûmeta Elman dide dewleta Tirk, tevî wêrankirina bajarên Kurdan dibe cesaret ku dewleat Tirk bi DAIŞ'ê re li Şengal, Rojava û Bakurê Kurdistanê êrîşî gelê Kurd bike.
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin, ku di encama vê hevkariya qirêj de li Elmanyayê zêdeyî 10 siyasetmedarên Kurd hatine girtin, yek ji van jî rêveberê saziya wan NAV-YEK'ê Hasan Dûtar e.
NAV-YEK'ê bang li hikûmet û rayedarên Elman kir, ku vê polîtîkaya xwe ya li dijî Kurdan biguherîne, siyasetmedarên Kurd berde û destekê bide tekoṣina azadî û demokrasiyê ya gelê Kurd.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ev tifaqa qirêj bi ti awayî feyda xwe li gel û welatê Elmanya nîne û hat gotin, "Bi armanca şermezarkirina alikariya hikûmeta Elman a ji bo dewleta Tirk meş û mîtîngeke mezin roja 9'ê Tîrmehê li Dusseldorfê tê lidarxistin. Em bang li hemû pêkhateyên NAV YEK ê, li Civaka Êzidiya, li gelê Kurd û li dostên gelê me dikin, ku bi xurtî tevlî çalakiyê bibin."