Hevserokê KCDK-E Koç: Ocalan xeta sor a Kurdan e
Hevserokê KCDK-E Yuksel Koç bal kişand ser çalakiyên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, "Serok Apo ji bo Kurdan xeta sor e. Bi mîlyonan mirov daxwaza azadiya wî dikin."
Hevserokê KCDK-E Yuksel Koç bal kişand ser çalakiyên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, "Serok Apo ji bo Kurdan xeta sor e. Bi mîlyonan mirov daxwaza azadiya wî dikin."
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ev 17 sal in li girava Îmraliyê di nava tecrîdê de tê ragirtin, ji 4'ê Nîsana 2015'an û vir ve agahî jê nayê girtin. Saziyên Kurdan ên li Ewropayê, bi daxwaza azadiya Ocalan dest bi kampanyayê kirin. Kurd bi daxwaza "Ji Ocalan re Azadî" li gelek bajarên Ewropayê çalakiyan lidar dixin û dixwazin Konseya Ewropa (KE) û Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê (CPT) bikevin dewrê.
Ev kampanya û çalakî ji aliyê Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) ve tê organîzekirin. Hevserokê KCDK-E Yuksel Koç li ser kampanyayê ji ANF'ê re axivî.
'BI MÎLYONAN MIROV DAXWAZA AZADIYA OCALAN DIKIN'
Koç da xuyakirin, ku gelê Kurd azadiya xwe û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi hev ve girêdayî dibîne û bibîr xist, bi daxwaza azadiya Ocalan 10 mîlyon îmzeyên ji aliyê noterê ve hatin erêkirin, radestî Konseya Ewropayê û CPT hatin kirin. Koç diyar kir, ev 10 mîlyon mirov hem li benda bersivê ne, hem jî daxwaza azadiya Rêberê xwe dikin.
'JI TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ, EWROPA BERPIRSYAR E'
Koç destnîşan kir, ji tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, saziyên Ewropayê berpirsyar e û got, "Di serî de Konseya Ewropayê, hemû saziyên Ewropayê berpirsyarê sereke ne. Ji ber ku sîstema Îmraliyê ne sîstemeke ku Tirkiyeyê bi tena serê ava kiriye. Sîstema Îmraliyê sîstemeke îşkenceyê ya komplokeran e. Serok Apo ev 17 sal in li wê derê li ber xwe dide. Di nava vê demê de hem ji bo Tevgera Azadiyê ya Kurd, hem jî ji bo wekhevî û azadiya gelên Rojhilata Navîn proje, rê û rêbaz destnîşan kir. Sîstema li Rojavayê Kurdistanê niha ji aliyê her kesî ve tê qebûlkirin. Afirînerê vê sîstemê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Saziyên navneteweyî divê sextekariyê deynin aliyekî û bikevin nava tevgerê."
'DIVÊ ABDULLAH OCALAN AZAD BIBE'
Hevserokê KCDK-E Koç axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: "Cîhan tev baş dizane; dema serok Apo bi komployeke navneteweyî hat revandin, bi sedan kesî hewl dan bedena xwe bidin xelekek li dora wî. Di dîroka cîhanê de tiştekî bi vî rengî nehatibû dîtin; bi sedan mirovî bedena xwe dan ber agir. Nuqteya herî hesas a gelê Kurd, azadî û jiyana Serok Apo ye. Ji 4'ê Nîsana 2015'an û vir ve hevdîtin pê re nehatiye kirin. Di encama çalakiya Kurdan de CPT da xuyakirin, ku wan pê re hevdîtin kirine. Agahiya me ji naveroka wê hevdîtinê nîne. Divê CPT naveroka vê hevdîtinê ji raya giştî û Kurdan re eşkere bike. Konseya Ewropayê di rapora xwe ya dawî de dibêje, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd divê li muzakereyê veger çêbibe. Eger Konseya Ewropa û saziyên navneteweyî ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd dixwazin muzakre ji nû ve bên kirin, eger ji dil bin û ne sextekar bin, divê ewilî sermuzakerevan azad be. Çawa ku di çareseriya prisgirêka Afrîka Başûr de sermuzakerevan Birêz Mandela di nava şert û mercên azad de bû, heta ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad nebe, nepekan e diyalogek di nava mercên wekhev de bê meşandin. Ji bo vê jî divê hêzên navneteweyî bi berpirsyarî rabin. Eger daxwaza aştiyeke mayînde ji bo Rojhilata Navîn tê kirin, hingî divê Serok Apo yê xwedî vê paradîgmayê ye azad bibe. Azadiya Serok Apo ne tenê azadiya gelê Kurd an jî demokratîkbûna Tirkiyeyê ye. Di heman demê de pêkhatina aştiyê li Rojhilata Navîn e.
Li Rojhilata Navîn di navbera nasname û baweriyan de şer hat derxistin û herêm veguheriye gola xwînê. Alternatîfa yekane ya li hemberî vê hat pêşkêşkirin projeya sîstema federal a demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e."
'WÊ LI HEMÛ BAJARÊN EWROPAYÊ ÇALAKÎ DEWAM BIKIN'
Koç li ser çalakiyên xwe yên di çarçoveya kampanyayê de lidar dixin jî ev agahî da: "Di 9-19'ê Hezîranê de kongreya KCDK-E hat lidarxistin. Di vê kongreyê de sala bihurî hat nirxandin û ji bo sala li pêş plansazî hat amadekirin. Lewma di kongreya me de biryareke pêngavî hat dayîn. Ev jî pêngava 'azadiya Serok Apo, azadiya gelê Kurd' bû. Di çarçoveya vê biryarê de hevserokên navendên civaka demokratîk ên ser bi KCDK-E û nûnerên saziyan, me di 19-20'ê Hezîranê de çalakiya nobedê dewr girtin û dest bi çalakiyên kampanyayê kirin. Ev yek di heman demê de pêşwazîkirina çalakiyên salvegera 4. a çalakiya 'Nobeda ji Ocalan re Azadî' bû. Piştre li gelemperiya Ewropayê çalakiyên konvedanê yên 10 rojan hatin lidarxistin. Ji 1'ê Tîrmehê heta 15'ê Tîrmehê, bi armanca xwedîderketina li Serok Apo û xwerêveberiyê, li hemû bajaran wê êvarê li kolanan çalakî bên lidarxistin. Ji 15'ê Tîrmehê heta 15'ê Tebaxê jî bi şiyara 'Ji Serok Apo re Azadî' wê li paytextên hemû welatan û li paytextên eyaletên Elmanyayê meş bên lidarxistin. Ev çalakî wê tevahiya salê dewam bikin."