Yuksekdag: Îradeya vî gelî li ser xwe ye, em ê serî netewînin

Yuksekdag cejna Remezanê li gelê Wanê pîroz kir û got, "Qesr û desthilatdariya siyasî êdî ti manewiyatê nas nakin. Em bi êşa di dilê xwe de cejnê pîroz dikin."

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, bi wesîleya cejna Remezanê li Wanê bû. Di pîrozbahiya cejnê ya li avahiya HDP'ê ya bajêr de, tevî gelê herêmê Cîgirên Hevserokên DBP'ê yên Wanê Metîz Kûtaz, Nazmiye Acar, Hevserokên HDP'ê yên Wanê Yakûp Ataş û Gulîstan Orhan, parlamenterên HDP'ê yên Wanê, Havşedarên Wanê, endamên Meclîsên Partiyê yên HDP û DBP'ê, rêveberên rêxistinên bajar û navçeyan, KJA, Aktîvîstên Meclîsa Dayikên Aştiyê û nûnerên Rêxistinên Civakî yên Sivîl amade bûn.

Piştî axaftina Hevserokê HDP'ê yê Wanê Yakûp Ataş, Hevseroka HDP'ê Fîgen Yuksekdag mafê axaftinê wergirt û cejna hemû gelên Misliman pîroz kir. 

Yuksekdag destnîşan kir, ku gel bi coş nikare cejna xwe pîroz bike û got, cejn ji bo nûkirina wijdan, dema herî baş e.

Yuksekdag bal kişand ser êşa gel a nehatiye dermankirin û wiha got; "AKP û Qesr ti manewiyatê nas nakin. Em bi êş cejnê pîroz dikin. Ev salek e di serî de malên gelê Kurd her wiha malên gelên din jî kirin malên merasîmê. Tevî her tiştî jî vê civakê dev ji daxwaza xwe ya aştiyê bernedaye. Ji ber vê jî îradeya vî gelî her li ser xwe ye. Her çi dibe bila bibe têkoşîna me ya ji bo jiyanê didome. Her wiha dîsa ez fedayiyên ku canê xwe ji bo jiyana azad û gelê xwe dane bi rêz silav  dikim û hezkirinê xwe ji bo wan dişînim. Bi taybetî  Selamet Yeşîlmen û hevrêyên wê yên li jêrzemîna Cizîrê jiyana xwe ji dest dan bîr tînim û rêz digirim. Em ê wan ji bîr nekin. Em ê heta dawî li nirxên xwe xwedî derkevin û serê xwe netewînin."

...