3 meşvanên aştiyê yên xwestin bimeşin Şemzînanê hatin binçavkirin
3 meşvanên aştiyê yên xwestin ji Beykoz a Stenbolê bimeşin navçeya Şemzînan a Colemêrgê, ji aliyê polîsên Tirk ve hatin binçavkirin.
3 meşvanên aştiyê yên xwestin ji Beykoz a Stenbolê bimeşin navçeya Şemzînan a Colemêrgê, ji aliyê polîsên Tirk ve hatin binçavkirin.
Vedat Çamli, Mûstafa Aksoy û Resûl Kalyoncû tîşortên spî li xwe kirin û ji ber Keyatiya Elmali dest bi meşê kirin. Lê belê, li hemberî van her sê meşvanan, mîdîbusek tije polîs hatin gund. Polîsan ji meşvanan re gotin, "Di dema meşê de dibe ku provokasyon rû bide" û ragihandin ku ew ê destûrê nedin meşê.
Li ser vê astengiyê, meşvanan tîşort ji xwe kirin û gotin ew ê ji bo hevdîtina bi Waliyê Stenbolê Vasîp Şahîn biçin Walîtiyê. Lê polîsan her sê meşvan binçav kirin û birin Midûriyeta Emniyetê ya navçeya Beykozê.