Muslim: Belgeyên Erdogan li DCN pê bê darizandin hene
Hevserokê PYD'ê Salih Muslim diyar kir, hemû belgeyên dikarin pê Erdogan li Dadgeha Ceza ya Navneteweyî (DCN) bê darizandin, di destê DYA û Rûsya de ne.
Hevserokê PYD'ê Salih Muslim diyar kir, hemû belgeyên dikarin pê Erdogan li Dadgeha Ceza ya Navneteweyî (DCN) bê darizandin, di destê DYA û Rûsya de ne.
Hevserokê PYD'ê Salih Muslim diyar kir, hemû belgeyên dikarin pê Erdogan li Dadgeha Ceza ya Navneteweyî bê darizandin, di destê DYA û Rûsya de ne. Muslim got, "Doza Zarrab a li DYA ji bîr nekin, ev doz mîna werîsekî ye di stûyê hinekan de." Muslim destnîşan kir, ku ev hêz kengî bixwazin wê dawî li Erdogan bînin.
Hevserokê PYD'ê Salih Muslim girîngiya pêngava Minbicê, germbûna têkiliyên Tirkiyeyê bi Rûsya û Îsraîlê re, operasyoneke gengaz a li hemberî Mûsilê, sedema êrîşa DAIŞ'ê li Tirkiyeyê, şert û mercên darizandina Erdogan li Dadgeha Ceza ya Navnweteweyî, gotinên li ser hevdîtina Tirkiyeyê bi rejîma Sûriyeyê re, ji ANF'ê re nirxand.
ENDAMÊN DAIŞ'Ê YÊN LI EWROPAYÊ ÇALAKÎ LIDAR XISTIN, LI MINBICÊ DIHATIN PERWERDEKIRIN'
Pêngava Minbicê çima girîng e?
Pêngava Minbicê ji aliyê stratejîk ve gelekî girîng e. Yek ji cihên têkiliya Reqqa yanî navenda DAIŞ'ê bi Tirkiyeyê re pêk danî Girê Spî (Tel Ebyad) bû, ew beriya niha hat rizgarkirin û ev rê hat birîn. Dema rêya Cerablûsê yanî Minbic jî bê standin, hingî Reqqa bi tenê dimîne. Bi tenê rêya Mûsilê dimîne. Eger ew jî bê birîn, wê DAIŞ bi tena serê xwe li naverastê bimîne.
Dema ev pêk were, hingî hêsantir e DAIŞ bê tinekirin. Ji aliyê din ve, Minbic ji bo me gelekî girîng e. Gundên Minbicê parçeyek ji Rojava ne, ji sedî 50 ê van gundan û ji sedî 49 ê navenda Minbicê, Kurd in. Çawa ku em gelên din bi tenê nahêlin, em ê gelê xwe yê li vir jî bi tenê nehêlin.
Wekî din, endamên DAIŞ'ê yên ji bo pêkanîn çalakiyan diçin Ewropayê, vê rêyê bi kar tînin. Endamên DAIŞ'ê li wê derê tên perwerdekirin û ji bo çalakiyan pêk bînin ber bi Ewropayê ve tên şandin. Eger Minbic bê standin wê êrîşên li Ewropayê kêm bibin.
'TIRKIYEYÊ BERIYA 5 ROJAN CEBILXANEYA BARÊ 12 TIR'AN ALÎKARÎ KIR'
Helwesta Tirkiyeyê ya li hemberî pêngava Minbicê çi ye?
Tirkiyeyê hê dest ji Minbicê bernedaye. Bi hin rê û rêbazan hewl dide alîkariyê bişîne ji DAIŞ'ê re. Niha bi awayekî vekirî alîkariyê nadin hêzên DAIŞ'ê yên li Cerablûsê, lê belê di bin navê mûxalefeta nerm de bi rêya El Nûsra û Ahrarû Şam ku xwedî heman zîhniyetê ne, vê alîkariyê dike. Mîna ku şer qewimiye berî 4 rojan atmosferek afirand û barê 12 TIR'an alîkarî şand. Bi vê rêyê cebilxane ji DAIŞ'ê re tê şandin. Li gorî peymaneke nû ya van koman, ku Tirkiye ji wan re dibêje nerm in, şerê navbera xwe qedandin û îlan kirin ku ew ê li dijî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) şer bikin. Bi taybetî şerê li aliyê Ezazê sekinandine, bi vî rengî destê DAIŞ'ê li Minbicê xurt dikin. Lê belê berdêla wê çi dibe bila bibe wê DAIŞ bê qelihandin.
'HÊZÊN HPG JÎ DI NAV DE, DIBE KU LI HEMBERÎ MÛSILÊ DEST BI OPERASYONÊ BIKIN'
Gelo di demeke nêz de pêkan e li hemberî Mûsilê pêngavek destpê bike?
Mûsil ne qada me ye. Lê belê bi pêşengiya hêzên li wê derê, divê operasyonek pêk were. Em nebin jî hêzên weke HPG, YBŞ, Pêşmerge yan jî hikûmeat Iraqê dikarin vê bikin.
'TIRKIYE DI SER ZAXO RE DESTEKA XWE YA JI BO DAIŞ'Ê DIDOMÎNE'
Tirkiye li pêşiya vê operasyonê asteng e?
Hebûna 1200 leşkerên Tirk li Başîka ya li kêleka Mûsilê tê çi wateyê? Ev leşker rêya têkiliya bi DAIŞ'ê re dafirînin û destek jî ji di ser Zaxoyê re tê kirin. Kes vê venaşêre. Kî çi dibêje bila bêje, di nava damezrînerên DAIŞ'ê de Tirkiye hebû. Ev rastî timî vedişatr, lê hemû derketin holê. Planên van ên ji bo qedandina Kurdên li Rojava hebû. Ev hemû plan jî di ser Tirkiyeyê re dimeşandin. Ev têkilî û plan hemû derketin holê û tevî ku her vê dibîne, hê israr dikin ku Tirkiye destekê nade DAIŞ'ê.
'JI GOTINÊN XWE YÊN LI HEMBERÎ ÎSRAÎL Û RÛSYAYÊ POŞMAN BÛN'
Hûn germbûna têkiliyên Tirkiyeyê bi Îsraîl û Rûsyayê re çawa dinirxînin?
Ji gotinên xwe yên li hemberî Îsraîl û Rûsyayê poşman bûn. Min berê jî gotibû; dema mijar Kurd be, Tirkiye dikare dest ji her tiştî berde. Ji bo Kurd mafê xwe bi dest nexe, her tiştî dikin. Ji ber ku dibînin nikarin pêşî li Kurdan bigirin, niha her tiştî diceribînin. Armanca vê germbûnê, hewldana ji bo pêşîgirtina li Kurdan a li herêmê ye.
'KES NIKARE ŞERÊ LI HEMBERÎ ME BIDE PÊŞ ÇAVÊN XWE, KÎ LI HEMBERÎ ME DERKEVE, EM Ê LI DIJ ŞER BIKIN'
Gelo wê planên xwe karibin bi cih bînin?
Texmîn nakim. Êdî tevahiya cîhanê qebûl kiriye Kurd gelê herî xurt ê li herêmê ye. Kî li hemberî me derkeve, em ê li dij şer bikin. Ti kes nikare şerê li hemberî me bide pêş çavên xwe. Dibe ku Tirkiye bikeve nava hin têkiliyan, lê belê ji ber vê yekê ti kes li hemberî me helwestê nîşan nade. Eger aramiyê ji bo tevahiya herêmê dixwazin, hingî ji bilî cihgirtina li cem Kurdan ti şensê wan nîne. Ew jî baş bi vê dizanin. Kurd aktorê herî mezin ê herêmê ye. Tirkiye, ji bo Kurdan bisekinîne her tim destek daye rêxistinên terorê yên weke DAIŞ, Ahrarû Şam û Cebetûl Nûsra. Cîhan tev bi vê dizane. Cihgirtina li cem hêzeke bi vî rengî ya hemû têkiliyên xwe zelal bûne, tê wateya cihgirtina li cem DAIŞ'ê. Ewropa û cîhan baş bi vê dizanin. Ji bo parastina nirxên xwe neçar in li cem Kurdan cih bigirin.
'DOZA ZARRAB MÎNA WERÎSEKÎ YE Û DI STÛYÊ HIN KESAN DE YE'
Eger rewş weke ku hûn dibêjin be, eger desetka Tirkiyeyê ya ji bo van rêxistinan tê zanîn, wê demê çima mijar naçe ber destê Dadgehên Navneteweyî?
Ji xwe helwesteke zelal li hemberî Tirkiyeyê nîşan dane. Lewma Tirkiye dixwaze xwe hinekî nêzî Rûsyayê bike. Ji bo Erdogan li Dadgeha Ceza ya Navneteweyî were darizandin hemû dosya hatine amadekirin. Di destê Rûsan de hemû belgeyên ku têkiliya Tirkiyeyê ya bi DAIŞ'ê re nîşan dide, hene.
Wekî din, girtina Reza Zarrab li DYA jî ji ber vê yekê ye. Divê meseleya Zarrab neyê jibîrkirin, ev doz hê dewam dike. Dozek li hemberî Banak Kûveyt Tukr hatiye vekirin. Tevî van hemûyan hemû têkiliyên Tirkiyeyê hatin eşkerekirin, tên eşkerekirin.
Doza Zarrab mîna werîsekî ye di stûyê hin kesan de û kengî bixwazin wê vî werîsî bikişînin. Em ê bi hev re bibînin, gelo wê DYA vî werîsî bikişîne, yan jî mîna şantajê bi kar bîne. Yanî hem Rûsya, hem jî DYA hemû têkiliyên Tirkiyeyê bi DAIŞ'ê re dizanin, agahiyên di vî warî de li ber destê wan e. Êdî li gorî siyaseta xwe wê vê yekê bi kar bînin.
'TIRKIYE DIXWAZE BI RÊYA NAVBEYNKARAN BI REJÎMA SÛRIYEYÊ RE HEVDÎTINÊ BIKE'
Tê gotin, ku Tirkiye dixwaze ji nû ve bi rejîma Sûriyeyê re hevd3ıtinê bike. Di vî warî de agahî li ber destê we hene?
Di vê der barê de agahî ji me re jî tên. Li ser hevdîtinek li Cezayîr û daxwazên Tirkiyeyê yên ji bo hevdîtinê agahî ji me re tên. Her wiha em dizanin ku navbeynkar her diçin û tê. Lê dîsa jî, ji nû ve danîna têkiliyan wê bandorê li guhertina rewşa herêmê neke. Li gorî min ev hewldana û daxwaza danîna têkiliyan jî wê bi ser nekeve. Eger pêk were, ev yek wê ji bo wan rewşeke hê xerabtir derxîne holê.
'ARAMIYA EWROPAYÊ BI ROJHILATA NAVÎN, ARAMIYA ROJHILATA NAVÎN JÎ BI KURDAN VE GIRÊDAYÎ YE'
Çima Tirkiye dixwaze bi rejîmê re ji nû ve hevdîtinan bike?
Dixwaze li ser bingeha dijberiya Kurdan, ji nû ve têkiliyê deyne. Armanca bingehî pêşîgirtina li bidestxistina mafên Kurdan ên li herêmê ye. Pirsgirêka Kurd êdî herêmî nîne, veguheriye pirsgirêkeke gerdûnî. Ev hêz li hemberî Kurdan bibin yek jî, ev yek wê bandorê li me neke. Gelê Kurd êdî ji her demê bêhtir xurt e û kes nikare pê. Li aliyê din Ewropa û cîhan jî destûra vê nadin. Hêzên Ewropa û cîhanê, ji bo aramiya xwe divê li cem Kurdan bin. Haya wan ji vê rastiyê heye. Aramiya Ewropayê bi Rojhilata Navîn, aramiya Rojhilata Navîn bi Kurdan ve girêdayî ye. Eger Kurd nebin, gelo wê kê qebûl bikin? Wê DAIŞ'ê, yan rejîma Baas yan jî Osmaniyan? Wê ti ji van qebûl nekin.
DAIŞ'Ê HIŞYARÎ DA TIRKIYEYÊ, YA TU YÊ ALÎKARIYÊ BIDOMÎNE...
Hûn çalakiya DAIŞ'ê ya li hemberî Tirkiyeyê çawa dinirxînin?
Bûyera li Stenbolê bûyereke ji rêzê nîne. Min berê jî gotibû; hûn alîkariyê bidin DAIŞ'ê, wê rojek bê DAIŞ li we bide. Êdî Tirkiye nikare xwe ji çalakiyên DAIŞ'ê yên li hemberî xwe rizgar bike. Di nava DAIŞ'ê de fraksiyonên cuda hebûn. Di nava van de ya bandora Tirkiyeyê li ser hebû, qels bû. Bi taybetî li hin cihan Tirkmen ew hebûn, hêza van qels bû û kuştina Ebû Muslum a di nava DAıŞ'ê de mînakek ji vê ye. Her wiha gelek kesên polîtîkaya Tirkiyeyê di nava DAIŞ'ê de dimeşandin hatin kuştin. Ev meseleya Cerablûsê ya Tirkiyeyê dibe ku di demeke kurt de lê vegere.
Bi gotineke din, ev çalakî şantajek li hemberî Tikriyeyê ye. Mesaja 'ya tu yê mîna berê alîkariyê bide me yan jî em dikarin li hemberî te çalakiyan bikin' e. Tirkiye ji ber şaşîtiyên xwe îro gelekî tengav bûye û ya wê mîna berê destekê bide van û rê li wan veke, yan jî em ê çalakiyên bi vî rengî yên li Tirkiyeyê hê bibînin. Tirkiyeyê berê ev li Pirsûsê, li Enqereyê bi kar anî. Niha ew pê hesiyan e ku hatine bikaranîn.
ÇALAKIYÊN DAIŞ'Ê YÊN LI EWROPAYÊ JI TIRKIYEYÊ TÊN BIRÊVEBIRIN
Hêz û endamên DAIŞ'ê li nava Tirkiyeyê hene?
Eşkere ye li Tirkiyeyê hêz û endamên DAIŞ'ê hene, lê çiqas e wê nizanim. Hucreyên xwe yên li Ewropayê razayî û car carna çalakiyan lidar dixin, ji aliyê hêza li Tirkiyeyê ve tên birêvbirin û ev hucreyên razayî yekser bi hêzên li Tirkiyeyê ve girêdayî ne.
RASTIYA GELÊ KURD WÊ CAREKE DIN BI TI AWAYÎ NIKARIBE TINE BÊ HESIBANDIN
Herî dawî tiştekî hûn dixwazin bêjin heye?
Bila gelê me baş zanibe, em di demeke zehmet lê gelekî bi rûmet de ne. Ji bo me pêvajoya man û nemanê ye. Me berê jî gotibûn, ev bûyerên diqewimin êşa ji dayikbûnê ye, êşa jidaykbûna rûmet û azadiyê ye. Ev yek wê bike ku rastiya gelê Kurd careke din bi ti awayî ji holê nikaribe bê rakirin. Divê em bi hev re hîn bêhtir têbikoşin.