Macerîstan ji bo 2 hezar û 300 koçberan wê biçe referandûmê

Serokwezîrê Macarîstanê Vîktor Orban ê ku ji sala bihurî ve sînor girtiye û bûye sedema ku 100 hezar koçber li ser rêyan bimîne, biryara ji bo girtin û negirtina 2 hezar û 300 koçberan, radestî referandûmê kir.

Biryara ku ji meha Îlona bihurî ve ji aliyê Yekîtiya Ewropayê ve hatî girtin, dihat plankirin ku 160 hezar koçberên li Îtalya û Yewnanîstanê di nava 2 salan de li welatên endamtiyê parve bikin. Para Macerîstana ku xwedî nifûseke 10 mîlyon e jî 2 hezar û 300 koçber in.

Lê Serokwezîr Vîktor Orbanê yê bi polîtîkayên populîst tê nasîn, guncav dît ku biryara têkildarî koçberan, di referandûma 2’yê Cotmehê de bê diyarkirin. Wê di referandûmê de pirsa “Bê kû erêkirina Parlamentoya Macer a Yekîtiya Ewropayê, kesên ku ne Macerî bin di nava welat de bijîn hûn vê dipejirînin?” ji gel bikin.

Slovenya ji bo betalkirina parvekirina peymana koçberan di meha Kanûnê de serî li Dîwana Edaletê ya Ewropayê dabû.