DAIŞ'ê di bin çavdêriya polîsan de bombe bir Amedê!

Çeteyên DAIŞ'ê ji ber desteka AKP'ê bi hêsanî li welêt êrîşan dikin. Axaftina bi telefonê ya çeteyên AIŞ'ê, di dosya lêpirsînê ya êrîşa li Amedê de cih girt.

Di dosya lêpirsînê ya li ser êrîşa bombeyî ya li hemberî mîtînga HDP'ê ya li Amedê de, axaftina bi telefonê ya çeteyên DAIŞ'ê cih girt. Ji vê axaftinê jî tê fêmkirin, ku çeteyên DAIŞ'ê gelek caran di navbera Sûriye û Tirkiyeyê de teqemenî birin e û anîn e. Balkêş e, tevî vê yekê jî dest li çeteyan nehatiye werdan.

Di dosyaya êrîşa bombeyî ya li hemberî mîtînga HDP'ê ya 5'ê Hezîranê de, axaftina bi telefonê ya Îlhamî Bali bi navê kod 'Ebû Bekîr' ku weke serçeteyê li ser sînor tê naskirin û di lîsteya sor a Wezareta Karên Hundir de cih digire.

Ji vê axaftina Bali bi rêya telefonê bi gelek çeteyên din re kiriye tê fêmkirin, ku çeteyên DAIŞ'ê di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de gelek caran teqemenî birin e û anîn e. Di van telefonên li wan dihatin guhdarîkirin de çete carna bi rengekî vekirî, carna jî bi şîfre axivîn. Û hat tespîtkirin ku kelûmelên mîna zibil ên di çêkirina bombeyan tên bikaranîn, di sînor re hatine derbaskirin.

Di vê qeyda telefonê de, axaftina navbera kesekî bi navê Selçûk ê di bin kontrola DAIŞ'ê de qaçaxçitiyê dike û Îlhamî Bali de, balê dikişîne. Di vê axaftinê de tê gotin, kelûmelên di sînor re bên derbaskirin teqemenî û mekanîzma teqandinê ye. Ev axaftin di 15'ê Hezîrana 2015'an de hat kirin.

Selçûk: Te eşya anî, em çi bi van bikin?

Îlhamî: Tu dikare ji min re bişîne? Gelek e?

Selçûk: Gelek e. Bargir nîne, ez çawa ji te re bişînim? Wekî din, bi fikar e. Eger zevt bikin, xelasiya min nîne.

Îlhamî: Çi ye?

Selçûk: Teqemenî, tiştên weke mekanîzmaya teqandinê ne. Min danî cihekî. Em ji ber vê ditirsin.

Îlhamî: Em ê sibê çareser bikin.

Selçûk: Got, fatûreya xwe heye, lê neda. Fatûreya xwe nîne.

DESTEKA TEDAWÎ Û PARÊZERIYÊ

Hat hînbûn, Bali tedawiya çeteyên birîndar li Mersînê daye kirin û pere şandiye. Bali doza çeteyên hatine girtin jî bi rêya Îsmaîl Korkmaz şopandiye û ji bersûcan re parêzer peyda kiriye. Axaftina li ser vê mijarê jî bi vî rengî ye:

Îsmaîl: Rûniştina dadgehê hatiye taloqkirin. Parêzer bi deyn hatiye vê derê. Heal jî, malbatên wan jî rezîl bûne. Mêrik xweş xwe parastiye. Parêzerê ji Stenbolê hat, bi sînga min ve girt. Min soz da mêrik. Misilman e, dilê min pê şewitî. Got ez bi deyn hatime. Dosyayeke biçûk nîne. Birayên me li wir rezîl bûn. Dema parêzer nebe, wê dadgehê taloq bike. Parêzer, heyeta dadgeran bi xwe ve girê da.

Îlhamî: Têkildarî min tiştek heye? Tiştekî bi vî rengî pirsîn?

Îsmaîl: Têkildarî te, nîne. Dewama lêgerînê. Pereyê birayan nîne, rezîl bûne. Pereyê hersêyan jî nîne.

Îlhamî: Min 500 dolar şand. Bila malbatên wan 100 dolarî bişînin. Ez wekî din pere xerc nakim. Wan ev kar ji bo min nekirin. Ji bo Xwedê kirin. Ez 500 dolarî dişînim.

BI ŞÎFRE AXIVÎN

Axaftina navbera Îlhamî Bali û kesê bi navê Ayhan a li ser kelûmelê jê re 'dermanê çandiniyê' digotin û di sînor re derbas kirin, hat qeydkirin. Tê texmînkirin ku malzemeya jê re 'dermanê çandiniyê' gotin, zibil be. Ev axaftina di 24'ê Sibatê de hat kirin, bi vî rengî ye:

Ayhan: Me 750-800 kîlo derxistin. Diçin ser sînor û ji wir derdixînin. Min 1 ton 100 kîlo derbas kir. Min danî Çobanbeyê. Ji ber ku bi şev e, ez ê îro êvarê destpê bikim. Bi roj, rê nebaş e. Ez îro êvarê malê barê 3 qemyonan radestî te bikim.

Îlhamî Bali: Niha li ku ye?

Ayhan: Bila li wesayîtê bar bikin û bînin. Me li hev kirin ku ji bo tonekê 145 hezar Sûrî (pereyê Sûrî) be. Wekî din, gelekî giran e...Bi 30 kîloyan min dermanê çandiniyê yê ji 750 kîloyê derbas kir. Min bi qasî 500 kîlo fîltre derbas kir.