Hejmara mirovên li Bexdayê mirin gihîşt 250 kesî

Hejmara mirovên di êrîşa şeva Şemiyê ya li Bexdayê de jiyana xwe ji dest dan gihîşt 250 kesî.

Li taxa Karada ya paytext Bexdayê, ku gelek bazar û restoran lê ne, şeva Şemiyê bi qemyoneke bombebarkirî êrîşek hat kirin.

Hejmara mirovên ji ber vê êrîşê jiyana xwe ji dest dan gihîşt 250 kesî. Bi sedan kes jî birîndar bûn. Ji ber ku ev êrîş beriya cejnê pêk hat û malbat ji bo cejnê çûbûn bazarê, di nava kesên jiyana xwe ji dest dane de gelek zarok jî hene.

Ji ber vê êrîşa DAIŞ'ê, li welêt ji bo sê rojan şîn hat îlankirin.

Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê ragihand, piraniya birîndar ji nexweşxaneyê derketine.

Wezîrê Karên Hundir ê Iraqê Mûhammed Gabbag ji ber êrîşê duh ji wezîfeya xwe îstifa kiribû.