Rêxistina Efûyê: Komên ji Tirkiyeyê destekê digirin, sûcê şer dikin
Di rapora Rêxistina Efûyê de jî hat eşkerekirin, ku komên Tirkiye li Sûriyeyê destekê dide wan, sûcê şer dikin.
Di rapora Rêxistina Efûyê de jî hat eşkerekirin, ku komên Tirkiye li Sûriyeyê destekê dide wan, sûcê şer dikin.
Li gorî nûçeya Deutsche Welle, di rapora Rêxistina Efûyê ya îro hat eşkerekirin de, sûcên giran ên qaşo mûxalîfan, tên ragihandin. Li gorî raporê, li herêmên di bin serdestiya van koman de ne, 'şîdeta gelekî giran ' li sivîlan tê kirin. Di raporê de dema navbera salên 2012-2016'an hat nirxandin û hat ragihandin, ev komên 'mûxalîf' mirov revandine, kuştine û îşkence li wan kirine.
Rêxistina Efûyê da zanîn, ji van binpêkirinên mafên mirovan pênc komên; Eniya El Nûsra, Ahrar uş-Şam, Nûreddîn Sinkî, Eniya Levant û Tumena 16. berpirsyar in.
TIRKIYE DESTEKÊ DIDE VAN KOMAN
Rêxistinê diyar kir, hin ji van koman destekê ji welatên weke Erebîstana Siûdî, Qatar, Tirkiye û DYA dibînin û bang li civaka navneteweyî kir, ku vê destekê bibire.
Rêveberê Bernameya Rojhilata Navîn a Rêxistina Efûyê Phîlî Lûther da xuyakirin, li li bajarên Heleb, Îdlib û herêmên din ên di bin kontrola mûxlaîfan de ne, komên çekdar bêyî ku ji darizandinê bitirsin sûcê şer û yê hiqûqa dewletan binpê dike, dikin.
Lûther da zanîn, ev kom sivîlên li gorî wan nafikirin, yan jî li gorî pîvanên exlaqî yên wan danîne tevnagerin, bi kêfa dilê xwe sivîlan digirin.
'ÎŞKENCE LI KURDAN Û XIRISTIYANAN HAT KIRIN'
Di dewama raporê de hat ragihandin, li van herêman 'dadgehên şerîatê' hatine avakirin û hat gotin, komên mîna El Nûsra li dadgehên xwe, bêyî darizandineke adîl mirovan dikuje. Ji bo vê jî kuştina jineke ku bi îdîaya 'zîna bi hevzayendek 17 salî re' weke mînak hat nîşandan.
Lûther got, "Gelek sivîl ditirsin ku eger li gorî pîvanên van koman tevnegerin, yan jî rexne bikin, wê bên revandin."
Rêxistina Efûyê destnîşan kir, kuştina dîlgirtiyan sûcê şer e û diyar kir, tevî aktîvîstên aştiyê û wezîfedarên alîkariya însanî, îşkence li Xiristiyan û Kurdan tê kirin.