Li Reyhanlî teqîn: 2 mirî
Di teqînê de ku li malek navçeya Reyhanlî ya Hatayê rû da, 2 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Di teqînê de ku li malek navçeya Reyhanlî ya Hatayê rû da, 2 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Di qatê yekem ê avahiya Sebahattîn Yeter de ku li Taxa Kûrtûlûş a navçeya Reyhanlî ya Hatayê ye, di saetên şevê de teqînek pêk hat. Hat eşkerekirin ku di teqînê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dane, kesên jiyana xwe ji dest dane ji Sûriyeyê ne.
Piştî teqînê gelek polîs û ekîbên tenduristiyê şandin cihê bûyerê û li herêmê lêkolîn tê kirin.
Têkildarî sedemê teqînê hê ti daxuyanî nehatiye dayîn.