Nobeda Rêveberiya Giştî ya Nobedariyê ya bi mebesta piştevaniya li Ozgur Gundemê rojnamevan Încî Hekîmoglû dewr girt. Hekîmoglû ku tevlî civîna nûçeyan bû li ser pêvajoya şer ku piştî hilbijartina starta wê hate dawîn rawestiya û got, "Weke ku ji hêla her kesî ve tê zanîn bilindbûna dengên HDP’ê, danîna diyalogê ya bi rojava, bi derdorên laîk, mihefezekar û mirovên cur be cur re, desthilatdarî pir tengezar kir. Beriya 7’ê Hezîranê zexteke mezin li ser girseyê çêbû ku xwe li derdora HDP’ê kom dikirin. Ji xwe bi vê re Mutebaqata Dolmabahçeyê ku avêtine ser sergoyê, hişkbûna zimanê desthilatdariyê û bi hişkbûna vî zimanî re hem bi rêya çapemeniya ku di bin fermana desthilatdariyê de ye hin lumpenên werîsên xwe qetandin ku di dema Geziyê de digotin, 'bi zorê wan di mal de digirim' bera nav kuçe û kolanan dan. Bi vê re pêl bi pêl zimanê kînê berbelav bû û tundiyê serweriya xwe danî.
Hekîmoglû diyar kir li gel dirêjbûn û geşbûna zimanê nefretê çapemeniya Kurd û xebatkarên wê ji hêla desthilatdariyê ve bûne hedef û anî zimên çi kesê ku li gel mafê mirovan, azadiya ramanê û derbirînê, azadî, demokrasî û hiqûqê ne bûne hedef ji desthilatdariyê re. Hekîmoglû bi bîr xist ku Ozgur Gundem di salên 90’î de hatiye bombekirin û xebatkarên wê hatine kuştin û wiha pê de çû, "Ozgur Gundem îro bi girtinan dixwazin were bêdengkirn. Dîsa di salên 90’î de ji birên cihê piştevanî kêm bû. Em niha dibînin xeleka hevgirtinê û hin tabû têne şikenandin. Ji eniyeke berfireh piştevanî û yekîtiyek pêk tê. Ev desthilatdariyê pir bêhnteng dike."
Hekîmoglû diyar kir, desthilatdarî ji ber bêhntengiya vê piştevaniyê lêpirsînan dike, dozan vedike û mirovan digire û wiha berdewam kir: "Dixwazin vê bişkînin. Van rojan diyar dibe ku çendî pêdivî pê heye kesên muxalîf ên li gel demokrasî, aştî, azadî û hiqûqê werin gel hev û yekitiyê ava bikin ku van rojan em ji vê re eniya demokrasiya berfireh dibêjin. Ji ber ku ev hevgirtin wan diqurtifîne û ji bo pêşî li vê bigirin ketin nav liv û tevgerê. Di mînaka Ozgur Gundemê de jî em dibînin bê ka ev çendî girîng e. Hêvî dikim ku ev xeleka hevgirtinê di qadên din de jî di ser Ozgur Gundemê re jî bi xurtbûnê dewam bike. Ji ber ku yekana rizgariya me ev e."