'AKP li başiya Sûriyeyiyan nafikire, li nebaşiya Kurdan difikire'

Endamê Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî Guvenç nerazîbûn nîşanî plana AKP'ê da ku bi dayîna mafê 'welatîbûnê' ji Sûriyeyiyan re dixwaze encamek bi kêrî xwe bê bi dest bixe. Guvenç diyar kir, Plana Şark Islahat bi cih tê anîn.

Guvenç da xuyakirin, ku xizan wê tevlî vê projeyê neyên kirin û got, "Her wiha, dixwazin demografiya gelek bajarên li ser sînorê Rojava biguherînin."

AKP/Qesrê projeyeke xwe eşkere kir û ragihand, ku wê 'mafê welatîbûnê' bide koçberên Sûriyeyî. Yekîtiya Ewropa bi erênî nêzî vê projeyê dibe. Lê belê nerazîbûna li hemberî armanca bingehîn a vê projeyê zêde dibe.

Endamê Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî Selahttîn Guvenç bersiv da pirsên ANF'ê û anî ziman, wê ji beşeke diyar a koçberên Sûriyeyî re welatîbûn bê dayîn. Guvenç diyar kir, AKP hewl dide beşa nîvco ya Plana Şark Islahat a sed salî bixe meriyetê.

'KOÇBERÊN KEDA WAN TÊ XWARIN, WÊ NEBIN WELATÎ'

Guvenç da zanîn, wê ji koçberên xizan û kedkar ên mexdûrê şerê li Sûriyeyê ne mafê welatîbûnê neyê dayîn û got, "Ez ne bawerim desthilatdariya AKP'ê mafê welatîbûnê bide mexdûr û xizanên ji Sûriyeyê hatine. Mînak; kes bawer nake ku mafê welatîbûnê ji 10 hezaran penaberên ji bo zikê xwe têr bikin tên xebitandin, were dayîn. Wê bi giranî ji beşeke ku çîna navîn tê gotin, welatîbûn bê dayîn. Ji xwe ev ji berê ve hatine tespîtkirin. Ji Tirkmenên ji Sûriyeyê hatine, ji Erebên bazirganiyê dikin û ji aliyê siyasî ve nêzî AKP'ê ne, wê mafê welatîbûnê were dayîn. Niha bi tenê li Mersînê 5 hezar esnafên Sûriyeyî hene, ku hatin tespîtkirin. Bi dîtina min, wê ewilî ji Sûriyeyiyên bi bazirganiyê re mijûl dibin, mafê welatîbûnê were dayîn. Nêrîna 'Bi van re pere hene, bila kar bikin, bacê bidin' derdikeve pêş. Lê endîşeya min a herî mezin jî li ser yên xwedî meyla siyasî ya AKP'ê ne. Wê ji van kesên deng bidin wan, mafê welatîbûnê bê dayîn."

Guvenç ragihand, wan du caran li ser rewşa koçberên Sûriyeyî yên li Çûkûrovayê di nava lepên axayên zeviyan de dinalin, rapor amade kirine û got, "Ev mirov li binê konan dijîn. Piştî vê zlma dîtine, eger li Sûriyeyê şer biqede yek ji van mirovan jî li vir namîne. Bi deh hezaran Sûriyeyî niha weke karkerên demsalî dixebitin. Ev hikûmet naxwaze zor û zehmetiya ev koçber dikişînin, bibîne."

'WÊ PROJEYÊ JI MEREŞÊ HETA SÎNORÊ ROJAVA BIMEŞÎNIN'

Endamê Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî Selahattîn Guvenç diyar kir, xuya ye koçberên Sûriyeyî yên nêzî desthilatdariya AKP'ê ne, wê ji Mereşê heta sînorê Rojava li gelek bajaran werin bicihkirin û ev nirxandin kir:

"Bi dîtina min, koçberên Sûriyeyî yên dixwazin li Pazarcixê bi cih bikin, dibe ku li sînorê Rojava jî bi cih bikin. Bi taybetî dibe ku di rojên pêş de Sûriyeyiyên Ereb û Tirkmen li Cizîr, Silopiya û Nisêbînê bi cih bikin. Gelo wê karibin bi ser bikevin? Ev yek wê di dema pêş de zelal bibe. Lê belê, armanc guhertina demografiya herêmê ye; derxistina mirovên li herêmê û bicihkirina nifûseke din li şûna wan e. Ev yek dewama Plana Şark Islahat e. Lê ev plan li gorî dema nû hatiye nûkirin. Wê bi vî rengî hewl bê dayîn bi cih were anîn."