Li Tîpa F a Tekîrdagê serdema 'Fahrenheît 451'
Li Girtîgeha Tîpa F hejmara 2. a Tekîrdagê, ku bi tecrîd û îşkenceyê deng vedaye, rêveberiya girtîgehê biryar da ku pirtûk ewlekariyê ji holê radike û astengî derxist pêşiya xwendinê.
Li Girtîgeha Tîpa F hejmara 2. a Tekîrdagê, ku bi tecrîd û îşkenceyê deng vedaye, rêveberiya girtîgehê biryar da ku pirtûk ewlekariyê ji holê radike û astengî derxist pêşiya xwendinê.
Li Tekîrdagê, pêkanînek ne kêmî romana navdar "Fahrenheît 451' a li ser şewitandina pirtûkan, derket holê. Di nameya girtiyê siyasî yê bi navê Nedîm Ozturk de hat ragihandin, rêveberiya girtîgehê biryar daye ku pirtûk 'gefê li ewlekariyê dixwe', lewma ragirtin û xwendina pirtûkan bisînor kiriye. Ozturk diyar kir, bi vê biryara kêfî ve, ku di 7'ê Gulaan 2016'an de ket meriyetê û xwe dispêe Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan a Wezareta Edaletê, girtî ji 15 kovar û 20 pirtûkan zêdetir nikare pirtûkan rabigire. Pirtûk û kovarên ji vê hejmarê zêdetir tên komkujirin û li depoyan tên bicihkirin.
Ozturk da xuyakirin, ku weke girtiyên siyasî ew ê vê biryarê nas nekin û destnîşan kir, ev pêkanîn êrîşeke vekirî ya li hemberî nasnameya girtiyên siyasî ye.
Ozturk anî ziman, ev zext û zilm, polîtîkayeke îdeolojîk a teslîmgirtinê ye û bibîr xist, gerdûna nêrînê ya girtiyên azad, bi qasî ku li nava 20 pirtûkan neyê ragirtin, berfireh e.
Ozturk di nameya xwe de got, "Ev zilm, wê nikaribe pirtûkên me û nêrînên me teslîm bigire" û bang li her kesî kir ku di vî warî de dengê wan bibihîze.
Di dawiya nameya xwe de Ozturk got, "Li hemberî pêleke gengaz a êrîşan li girtîgehan û li dijî talankirina mafên mirovan, em li bendê ne her kes a ji dest tê bike û dengê me bide bihîstin."