Şandeya Şengalê dest bi danûstandinên Moskowê kir
Bi mebesta ku li Rûsya hin danûstandinan bike ji Şengalê şandeyek hate Moskowê.
Bi mebesta ku li Rûsya hin danûstandinan bike ji Şengalê şandeyek hate Moskowê.
Serokê Komîteya Têkiliyên Derveyîn ê Meclîsa Gel a Şengalê Halef Alî û Fermandarê YBŞ’ê Saît Omer bi mebesta ku danûstandinan bikin hatin Moskowê. Şande piştî ku bi rêveberên Yekîtiya Saziyên Sosyal, Otonomiya Rûsya a Çanda Kurdî û Federal a Netewî, Tevgera Jinên Kurd ên Rûsya re hatin gel hev, dest bi danûstandinên fermî kirin.
Şandeya ku ji berdevkê Kongreya Êzdiyên Kurd ên Rûsya Araf Azmanî, Serokê Komîteya Têkiliyên Derveyîn ê Meclîsa Gel a Şengalê Halef Alî û Fermandarê YBŞ’ê Saît Omer pêk tê, pêşî bi Cîgirê Wezîrê Karê Hundir ê Rûsya re danûstandinên xwe kirin. Piştre jî bi Serokê Navenda Zanyariyên Zanistî û Analîtîk Platnîkov Nîkolay û Midûrê Enstîtûya Rojhilata Navîn û siyasetmedar Simyon Arkadevîç Bogdasarov re hatin gel hev.
Di danûstandinan de şandeya Şengalê têkoşîna Êzîdiyên Kurd ên li Şengalê ku li dijî çeteyên DAÎŞ’ê dayin û rewşa gelê sivîl nîqaş kirin.