Li Gêxî 3 kes hatin girtin
Li navçeya Gêxî ya Çewligê 3 kesên ku hatibûn binçavkirin bi sûcê “Alîkarîkirina rêxistinê” hatin girtin û şandin girtîgehê.
Li navçeya Gêxî ya Çewligê 3 kesên ku hatibûn binçavkirin bi sûcê “Alîkarîkirina rêxistinê” hatin girtin û şandin girtîgehê.
M. Alî Kaya, Hûrşît Palanli û Tûran Oguç ên ku pêr hatibûn binçavkirin piştî karûbarên wan ên li Midûriyeta Emniyeta Navçeyê, îro sewqî edliyeyê hatin kirin. Pîştî îfadeyên her 3’yan, bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin.
Dadgehê bi sûcê “Alîkarîkirina rêxistinê” biryara girtinê der barê Kaya, Palanli û Oguç de girt. Her 3 girtî şandin Girtîgeha Sergirtî ya Tîpa M ya Çewligê.