KCDK-E: Em bi wesîleya cejnê piştevaniyê mezin bikin
KCDK-E di peyama xwe ya bi wesîleya cejna Remezanê de, ji bo gelê serî li ber zilm û zordariya dewletê netewanditye, banga mezinkirina piştevaniyê kir.
KCDK-E di peyama xwe ya bi wesîleya cejna Remezanê de, ji bo gelê serî li ber zilm û zordariya dewletê netewanditye, banga mezinkirina piştevaniyê kir.
Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) daxuyaniyeke nivîskî weşand û cejna Remezanê pîrozk ir.
Di peyamê de hat ragihandin, Erdogan û hikûmeta AKP'ê di nava meha Remezanê de bajar, gund û daristanên Kurdistanê xera kirine, bi zorê hewl dane mirovan koçber bikin û bi vî rengî berxwedana gel bişikînin.
Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Dewleta AKP'ê heman polîtîkayên xwe yên qetlîamker, di roja cejna Remezanê ya pîroz de jî didomîne. AKP a bi mejiyê DAIŞ'ê, bi êrîşan nahêle gelê me cejna xwe pîroz bike. Erdogan û hikûmeta wî ya sextekar, mîna meha Remezanê di roja cejnê de jî bi rengekî bêhurmet êrîşî gelê me û pîrozmendiyên gelê me dikin. 'Nemrûd Erdogan' û dewleta AKP'ê yên ol, exlaq û hiûqê nas nakin, wê li pêşberî berxwedana gelê me û demokratan têk biçe.
Pêwîste her kes xwedî li mirovên me yên bi rûmetdarî li ber xwe dan, li ber dewletê serî netewand û malên wan hatin şewitandin xwedî derkevin, di vê cejnê de wan bi tenê nehêlin; piştgiriya madî û manewî ya bi wan re mezin bikin. Divê em yekîtiya neteweyî û ruhê piştevaniya hevpar xurt bikin."