NAV-YÊK: Cejna Remezanê, bibe cejna aştî û azadiya gelên mezlûm!

NAV-YÊK bi daxuyaniyekî nivîskî cejna Remezanê ya alema Îslamê li hemû gelan pîroz kir.

NAV-YÊK’ê, cejna Remezanê ya alema Îslamê li hemû gelan pîroz kir. Di daxuyaniyê de diyar kir ku Cejna Remezanê bila bibe cejna aştî û azadiya gelên mezlûm.

Daxuyaniya NAV-YÊK’ê wiha ye:

“Hebûna civakên cuda dewlemendiya herî pîroz a jiyanê ye. Bingeha aştî û azadî hezkirin, hev naskirin, li hev xwedî derketin û qedirgirtinê ye. Îro, li Rojhilata Navîn çeteyên hovane ol û baweriyê bi kuştina wek serjêkirin, revandin, dîlgirtin, talankirin û êrîşên giran li dijî gelên aştîxwaz û demokrat pêk tînin. Di vê çarçoveyê de, Fermana 73’yemîn a li ser Êzîdîyan pêk hat, hê berdewam e. Di heman demê de berxwedaneke xurt ji bo xweparastinê û parastina hebûna gelan ji Kobanê heta Şengal, ji Bakur heta Rojava û Başûr pêk tê. Ev berxwedan bi yekîtiya gelan û civakên ji gelek olan pêk tê ku bi hezar salan li ser axa qedîm a Mezopotamya bi hev re jiyîn û nehiştin ti hêz tifaqa wan parçe bike.

Cejna Remezan li hemû Misilmanên aştîxwaz pîroz be. Bi hêviya ku ev cejn bibe bingehek ji bo jiyaneke bi rûmet û azad.”