ROJANE
Hemû Nûçe
-
AKP'yî nikarin xwe li 'Birêz Ocalan' rabigirin
Saziyên civakî yên sivîl ên ser bi AKP'ê, xwe li axaftina Sirri Sureyya Onder a li Meclîsê ranegirtin. -
Aydar: Darbe encama têkçûna dewletê ya li Kurdistanê ye!
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Aydar diyar kir, yên hewl dan darbeyê bikin û AKP/Qesrê heman sûc kirine. Aydar destnîşan kir, rewşa heyî encama têkçûna dewletê ya li Kurdistanê ye. -
HDP: Haya dewletê ji komkujiya li Pirsûsê hebû
Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi wesîleya salvegera yekemîn a Komkujiya Pirsûsê daxuyaniyeke nivîskî da. -
Heyeta Şengalê bi Êzidiyên li St. Petersbûrgê re rûnişt
Heyeta Şengalê ya ji bo hin danûstandinan hatiye Rûsyayê bi Êzidiyên li Saînt Petersbûrgê re rûnişt. -
Şoreşa Rojava li Rûsyayê hat silavkirin
Li Komara Xweser a Adigeyê û li navçeya Karînovke ya bajarê Kradnodarê, bi wesîleya salvegera şoreşa Rojava civînên gel hatin lidarxistin. Di civînan de şoreş hat silavkirin. -
Ji bo hevdîtinê careke din serlêdan hat kirin
Parêzer û malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji bo biçin Îmraliyê careke din serî li Serdozgeriyê dan. -
Derketina derveyî welat li akademîsyenan hat qedexekirin
Saziya Hîndekariya Bilind (YOK) derketina derveyî welat li akademîsyenan qedexe kir. -
Li Viyanayê ji bo Pirsûsê daxwaza edaletê hat kirin
Ji bo hesabê 33 şoreşgerên li Pirsûsê hatin qetilkirin bê pirsîn, roja 19'ê Tîrmehê li ber avahiya Konsolosxaneya Tirk a Viyanayê daxuyaniyek hat dayîn. -
Kartal: Divê gelê me ji bo Ocalan dakeve qadan
Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal da zanîn, ku agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê girtin û got, "Li Bakurê Kurdistanê, metropolên Tirkiyeyê û Ewropayê, divê gelê me dest bi çalakiyan bike." -
Şehîdên Pirsûsê li Wûppertalê hatin bîranîn
Ji ber yekemîn salvegera komkujiya Pirsûsê, komîteya çalakiyê ya Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk li bajarê Elmanya Wûppetalê saet di 18:00 de li ber Cîty Arkadenê daxuyaniyek da çapemeniyê. -
'Ti tişt mîna berê nîne, lê em ne poşman in'
Yên bi saxî ji komkujiya Pirsûsê filitîn: Me banga alîkariyê ya Kobanê bihîst û em bi rê ketin. Ti tişt êdî ji bo me ne mîna berê ye. Lê em poşman nînin. -
Wikileaksê maîlên AKP'yiyan weşand
Wikileaksê, bi sed hezaran maîl û belgeyên berî û piştî hewldana darbeyê ya li Tirkiyeyê weşand. -
Serfermandarê Giştî yê Jendermeyan Orgeneral Galîp Mendî ji peywîrê hate kirin
Li şûna Serfermandarê Giştî yê Jendermeyan Orgeneral Galîp Mendî ku piştî hewldana darbeyê ya 15’ê Tîrmehê hat6ibû gotin ku krîza dil derbas kiriye, yekî din hate tayînkirin. -
Ji Swîsreyê banga vegera maseyê li Tirkiyeyê hate kirin
Saziyên Civaka Sivîl û rêxistinên jinan ên Swîsreyê bal kişandin ser rewşa îxlalên mafê mirovan a li Tirkiyeyê. Saziyan bang kir ku Tirkiye bi lezgînî vegere ser maseya aştiyê û divê aştî û demokrasiyê esas bigire. -
Daxwaza hevdîtina bi Ocalan re hate redkirin
Daxwaza hevdîtinê ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re vê carê jî bi gotina “dema şertên hevdîtinê çêbûn em ê agahî bidin we” hate redkirin. -
UNITE : Azadiya Ocalan ji bo pêvajoyeke nû ya serkeftî girîng e
Li Îngilistanê di daxuyaniya yek ji sendîkayên herî li pêş a UNITE de hat diyarkirin ku divê rejîma dîktaroriya piştî hewldana darbeyê ya li Tirkiyeyê hat kirin jî ji ber çavan winda nebe. -
Di bîranîna gerîlayên Îtalî de berxwedana Kurdan hate silavkirin
Li Piyemonte ya Îtalyayê dema gerîlayên Îtalî dihatin bibîranîn, berxwedana Kurdan a li Bakur û Rojava jî hate silavkirin. -
Li Aûrîch tecrîd hate protestokirin
Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li bajarê Aûrîch ê Elmanyayê bi meşekê hate protestokirin. -
HDP'ê di salvegera 4. de Şoreşa Rojava silav kir
Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê bi wesîleya 4. salvegera Şoreş Rojava daxuyaniyeke nivîskî weşand. -
Dewleta Tirk ji hev dikeve û paranoya mezin dibe
Alîkarê hewayî yê Erdogan Kivrak hate binçavkirin û di nava Serokwezaretî û Diyanetê de gelek kes ji kar hatin derxistin. -
KCDK-E ji bo rakirina tecrîdê banga çalakiyan kir
KCDK-E bal kişand ser endîşeyên li ser rewşa Ocalan, ku piştî hewldana darbeyê zêde bûne û xwest, tecrîd derhal bê rakirin û hevdîtina bi Ocalan re were kirin. KCDK-E bang li Kurdan û dostan kir, ku bênavber çalakiyan lidar bixin. -
MLKP: Hêvî û siberoja mirovahiyê li Rojava şîn dibe
MLKP'ê salvegera Şoreşa Rojava pîroz kir û got, "Şoreşê nîşan daye ku li dijî kapîtalîzm, faşîzm û her şêwe paşverûtiyê, pêkane cîhaneke nû were avakirin." -
TAY-DER: Divê derhal bi Ocalan re hevdîtin bê kirin
Hevserokê TAY-DER'ê Mûsa Karbadag da xuyakirin, ku ji ber agahî ji Ocalan nayê girtin, tirs û fikar bi Kurdan re peyda bûne û diyar kir, divê derhal hevdîtin bi Ocalan re bê kirin. -
Parêzer û malbata Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
Parêzer û malbata Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ku ji ber tecrîda şidandî û hewldana dawiyê ya darbeyê di nava tirs û fikaran de ne, careke din serlêdana hevdîtinê kirin. -
TEV-ÇAND: Bavê Selah wê her tim di hest, dil, giyan û bîra me de be
'Hunermendê nemir Bavê Selah kaniyek bû ku di nav damarên mûzîka kurdî ya kevnar de, her diherikî; ji milê lêkolîn, lêhûrbûn, afirandin, parastina resentiya kelepûra kurd û pêşxistina wê di aliyê dengbêjî û sazjeniyê de..'