Dewleta Tirk ji hev dikeve û paranoya mezin dibe

Alîkarê hewayî yê Erdogan Kivrak hate binçavkirin û di nava Serokwezaretî û Diyanetê de gelek kes ji kar hatin derxistin.

Pêvajoya ji hev ketina dewleta Tirk dewam e û paranoya mezin dibe. Piştî hewldana darbeya 15’ê Tîrmehê gelek leşkerên paya bilind hatin girtin û dawî li karên gelek xebatankaran hate anîn ku di saziyên curbecur de dixebitîn.

Alîkarê hewayê yê Serokkomarê dewleta Tirk Recep Tayîp Erdogan, Serheng Erkan Kivrak li otêleke navçeya Serikê ya Antalya hate binçavkirin.

Tê zanîn ku Kivrak jî di nav çarçoweya hewldana darbeyê de hatiye binçavkirin û piştî karên li emniyê ew şandine Enqerê.

PEYWIRDARÊN DIYANETÊ Û SEROKWEZARETİYÊ JI PEYWIRÊ KIRIN

Serokatiya Karê Diyanetê diyar kir 492 peywirdarên navendê, mezrikan û li derî welat, bi hênceta ku bi cemeata Gulen re têkildar in ji peywirê hatin dûrêxistin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, 3 miftiyên bajêr, 1 serekê daîreyê, 1 muşawirê Seroktiyê, 1 miftiyê Seroktiyê, 5 alîkarên miftî yên bajêr, 31 miftiyê navçeyê, 2 Pisporê Karên Diyanetê, 1 ateşaya xizmeta dîn, 7 peywirdarên hîndekariyê, 65 weazdar, 5 weazdarên pispor, 1 parêzer, 7 weazdarên girtîgehê, 1 pisporê perwerdehiyê, 187 hîndekarê îmam-xatîbê û 95 ên qursa Qur’anê, 5 karmend, 11 murakip, 40 muezînê kayyim, 1 mamoste, 2 hesabyar, 9 midûrên şûbeyan, 2 pispor, 1 pisporê îmam xatîbê, 7 VHKÎ bi temamî 492 xebatkar ji kar hatin standin.

Derkete holê ku 257 peywirdarên li bînaya zêdek a Serokwezaretiya Çankayayê ji peywirê hatine girtin û nasnameyên wan ji wan hatine standin. Ji van 230 raportor, 19 pispor, 6 muşawir û 2 jê muşawirê hiqûqê ne.